Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gerîlayê HPG’ê yê Ereb Ferhat Egîd: ‘Têkoşîna PKK’ê têkoşîna ji bo tevahiya Rojhilata Navîn e’

 

GERÎLAYÊ HPG’Ê YÊ EREB FERHAT EGÎD:
TÊKOŞÎNA PKK’Ê TÊKOŞÎNA JI BO TEVAHIYA ROJHILATA NAVÎN E

Gerîlayê HPG’ê Ferhat Egît ereb e û ji Reqayê ye.

Gerîla Ferhat proseya tevlibûna xwe, bandora firkên Rêber Apo û PKK’ê ji ANF’ê re vegot,

Gerîla Ferhat diyar kir ku gelên li Rojhilata Navîn bi fikr û ramanên Rêber Apo serwext dibin û got:

Ez li Reqayê çêbûm. Li nav civaka Ereb mezin bûm.

Hêzên desthilatê li ser civaka Ereb her cure tundî bi kar dianî.

2018’an tevlî nav refên gerîla bûm.

Ji ber rihê dostaniyê ku li nav hevalan min dît û ji ber berpirsyariya li welatê xwe tevlî nav gerîla bûm.

Min bi rêya jiyana li nava PKK’ê fêm kir ku têkoşîna PKK’ê têkoşîna Rojhilata Navîn e.

Ez ji hevalan hînî gelek tiştan bûm.

Mirov çendî hewl bide û bi daxwaze be ew qas dikare pêş bikeve.

Egîd behsa pêvajoya tevlêbûna xwe ya li nav gerîla jî kir:

Dema ku tevlê bûm, min negot Ereb im û çima di nav Kurdan de me.

Ji ber ku ramana Rêber Apo û felsefeya wî li ser neteweya demokratîk ava bûye.

Êdî di nav me de Ereb, Kurd, Tirk, Elman û ji her miletî dost hene.

Ji ber vê jî ev tevger tevgera neteweyên demokratîk e. Di navbeyna neteweyan de ti cihêtî tine.

Rêber Apo ne tenê lîderê gelê Kurd, lîderê hemû gelan e ku li demokrasiyê digerin.

Gerîla Ferhat tesîra PKK’ê ya li ser gelê Ereb jî wiha şîrove kir:

Şoreşgerên Apoyî dema ku tevlî nav civaka me bûn her tişt guherî.

Me hev hîs kir û em bi hev re jiyan.

Nexasim bang li ciwanan dikim, werin tevlî nav tevgera azadiyê bibin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv