Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG encama çalakiyên gerîlayan ên li dijî dagirkeriya deweleta Tirk ragihand

 

PÊNGAVA CENGA XABÛR LI HERÊMA HEFTANÎNÊ
HPG: 2 ESKER HATIN KUŞTIN, ÇEKA A4 Û KAMEREYA MOBESA HATE ÎMHAKIRIN

Navenda ragihandin û çapemeniya HPGê encama çalakiyên gerîlayan yên li dijî dagirkeriya dewleta tirk ragihand.

HPGê daxuyakirin ku di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya cenga Xabûrê de;

27ê Hezîranê di li Heftanînê Hêzên şoreşger ên yekbûyî yên Jin li dijî eskerên li ser girê Qesrokê yê herêma Partîzan çalakî pêk anîn.

Hêzên Jin bi awayek bandor li mewziya çeka A4 xistin.

Di encama çalakiyê de 2 esker hatin kuştin, çeka A4 û kamereya mobesa hate îmhakirin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ LI XAKURKÊ
HPG: LI GIRÊ ŞEHÎD ŞAHAN 12 ESKER HATIN KUŞTIN

Di Pêngava şoreşgerî ya Bazên Zagorosê li herêma Xakurkê di 26’ê Hezîranê gerîlayan berê sibê li dijî eskerên li ser girê Şehîd Şahan bi awayeke koordîneyî çalakî pêk anîn.

Baskê yekem, li mewziya ku sê esker tê de bûn xistin.

3ê eskerên tê de hatin kuştin û mewzî hat îmhakirin.

Gerîlayan mewziyeke din jî kirin hedefa xwe û li vir jî 2 esker hatin kuştin.

Baskê duyem jî, li radar û mewziyên gir xistin.

Di çalakiya baska duyem de jî 5 eskerên dewleta tirk hatin kuştin û radara li gir hate îmhakirin.

Piştî çalakiyê artêşa tirk li derdora girê Şehîd Şahan tevgera dagirkeriyê pêk anî.

Gerîlayan li dijî eskerên di tevgerê de bûn, 2 çalakiyên sabotajê pêk anîn.

Li vir jî 2 esker hatin kuştin.

Bi giştî 12 eskerên dewleta tirk di van çalakiyan de hatin kuştin.

Artêşa tirk piştî van çalakiyan berê tevgera xwe ya dagirkeriyê fireh kir.

Lê saet 16’an bê ku encam bigere tevgera xwe bi dawî kir û xwe paş ve kişand..

Artêşa tirk saetên şevê eskerên ku hatibûn kuştin bi helîkopteran ji qadê birin.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎN
HPG: ARTÊŞA TIRK LI GIRÊ SOR ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KARANÎN

Di Pêngava şoreşgerî ya bazên Zagrosê li Avaşîn jî;

Artêşa tirk 26’ê Hezîranê serê sibê tunelên şer ên li qada Werxelê bi bombeyên Gazê bombe kir.

Saet 1ê nîvro heta 6ê êvarî artêşa tirk bombeyên gazê avêtin tunelên şer.

26ê Hezîranê artêşa tirk xwestin bikev mewziyên şer ên li Girê Sor.

Gerîlayan bergirî kirin û şer derket.

Ev şer heta 6 û nîvê êvarî dom kir.

Artêşa tirk ku encam negirt vê carê bi bombeyên Gazê êrişî tunelên şer kirin.

Artêşa tirk li vê derê çeka kîmyewî ya rengê kesk bi kar anîn.

PÊNGAVA ŞOREŞGERÎ YA BAZÊN ZAGROSÊ LI AVAŞÎN
HPG: LI GIRÊ SOR 2 ESKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayan li vir jî bergirî kirin û artêşa dagirker neçar man qedemeyekê xwe paş ve vekşînin.

27’ê Hezîranê jî gerîlayan bi bandor li eskerên li Girê Sor ketin tevgerê xistin.

Li vê derê 2 dagirker hatin kuştin.

Navenda ragihandin û çapemeniya HPGê derbarê bombebarana artêşa tirk de jî ev agahî dan;

26ê Hezîranê li herêma Metîna Kela Qumriyê bi balafiran hate bombekirin.

Heman rojê li Avaşîn herêma Mervanos, Mamreşo, Banista, û tabura Ereban

26ê Hezîranê jî li Zapê herêma Cîloya Biçûk tevgera helîkopteran çêbû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv