Dayîkên Aştiyê yên Başûrê Kurdistana ku wekî “Dayikên Laçik Sipî” tên pênasekirin, xwestin ku derbarê rewşa dawî û hewldanên derxistina şerê Kurd bi Kurd de, bi Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê re hevdîtinê bikin. Lê Serokatiya Parlamentoyê bersivek ecêb a wekî, “Em tu komên bi navê aştiyê qebûl nakin” daye. Firaksiyonên partiyan jî daxwaza hevdîtinê qebûl nekir.
Dayîkên Aştiyê yên Başûrê Kurdistanê, di 12’yê Hezîranê de serî li Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê da û daxwaza hevdîtinê kir. Serokatiya Parlamentoyê jî 14’yê Hezîranê bi riya sekretera Seroka Parlamentoyê, bi devkî bersiv da dayîkan. Di bersiva ecêb û balkêş de hat gotin: “Em tu komên bi navê aştiyê qebûl nakin, hevdîtinê pêk nayînin.”
Li ser vê bersivê Dayikên Aştiyê nekarîn biçîn parlamentoyê.
Têkildarî mijarê me xwest nêrîna Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayîq an jî rayedarek Serokatiya Parlamentoyê bigirin, lê telefonên wan girtîbûn û me nekarî xwe bigihînin wan.
Dayîkên Aştiyê her wiha xwestin ku bi firaksiyonên hinek partiyên li parlamentoyê re jî hevdîtin bikin, lê ew firaksiyon jî erênî nêzîk nebûne û daxwaza hevdîtinê red kiriye.