Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

Li Mamreşo cihê teslîmiyetê nîne

 

Dîmenê kêliyên dawî yên dorpêçkirina lehengên Mamreşo hate bidestxistin. Li şûna ku teslîmî hêzên dagirker ên Tirk bibin, bi ser mirinê ve dimeşin.

7 gerîlayên ku li qada Mamreşo 10 rojan bi rengekî lehengî li ber xwe dan, li ser berxwedana wan a beriya ku êrişa kîmyewî li dijî wan bê kirin, hin dîmen eşkere bûn.

Cihê destpêkê yê êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ku şeva 23’ê Nîsanê dest pê kir, qada Mamreşo ya herêma Avaşînê bû. Bi pêşengiya fermandarê mezin ê li Girê Şehîd Mûnzûr Serhat Giravî (Kamûran Alpsar / Colemêrg), Rûken Zagros (Seher Bîngol / Colemêrg), Sarya Diyar (Bişeng Hezer / Şirnex), Canfeda Hesekê (Şehbaz Îzzettîn Seydo / Hesekê), Xebat Aso (Ûbeyt Mevlûdî / Kirmanşan), Zafer Tolhildan (Mûhammed Abdulkadîr Huseyîn / Qamişlo) û Kamûran Amed (Mûstafa Şîmşek / Amed) 10 rojan bi rengekî dîrokî li ber xwe dan. 7 gerîla, ji kêliya destpêkê ya êrişan û pê ve cihê xwe li nava çeperên şer de girtin; 10 rojan ji êrişê heta sabotaj û sûîqestê bi rêbazên gerîla yên dema nû li Zagrosan derbên giran li dagirkeran dan.

Artêşa Tirk ku li pêşberî îradeya ji pola, biryardariya xurt û ruhê Apoyî yê fedayî yê gerîla nekarî encamê werbigire, bi rojan ji hewa û bejahî ve bombardûmaneke giran li çeperên şer kir. Gerîla jî hemû teknîk û êriş bi hostatî pûç kirin.

LI BER TESLÎMIYETÊ RABÛN

Hin dîmenên ku di dema berxwedana Mamreşo de ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin kişandin, polîtîkayên şerê taybet qirêj ên leşkerên Tirk radixin pêş çavan. Leşkerên Tirk ku newêrî bûn nêzî ber devê tunelên şer bikin, ji dûr ve banga ‘teslîm bibe’ dikin û dibêjin, ‘Eger tu ji vir derkeve wê zerar negihêje te’. Di her banga teslîmiyetê de gerîlayên li nava tunelên şer bi bombeyan û teqandina fîşekan bersivê didin û li ber teslîmiyetê radibin. Gerîlayên ku li şûna teslîmiyetê berxwedana bi rûmet û şehadetê datînin pêşiya xwe, heta kêliya dawî li tunelên şer li ber xwe dan.

GAZÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎN

Artêşa Tirk ji ber ku nekarî berxwedanê têk bibe, bi gazên kîmyewî bi dehan carî êrişî çeperên şer kir. 7 gerîlayên bi pêşengiya Serhat Giravî ku Mamreşo kirin keleh û 10 rojan rê nedan, bi gazên kîmyewî şehîd bûn.
Em lehengên Mamreşo careke din bi bîr bînin:

PÊŞENGÊ BERXWEDANÊ SERHAT

Serhat Giravî di malbateke gelek welatparêz de ji dayik bûye. Serhat taybetiyên welatparêz ên eşîra Giraviyan wergirtiye û ji zaroktiya xwe ve tevgera azadiyê nas kiriye û dema mezin jî bûye ketiye nav xebatên ciwanan. Ligel ku di zanîngeha dewleta Tirk de cihekî baş qezenc kiriye jî zanîngeha pergalê ya ku çerxa qirkirinê ye, kiriye mekanekî şoreşgeriyê. Serhat di sala 2011’an de berê xwe daye çiyayan û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebatên pratîk kiriye û bûye fermandarekî jîr. Serhat xeta gerîlatiya dema nû baş fêm kiriye û hemû hewldana wî ev e ku wê têxe pratîke. Serhat pêşengtî ji berxwedana Mamreşo ya destanwerî kiriye. Wî pêşengtî ji hevrêyên xwe kiriye û bi çalakiyên xwe tirs û xofeke mezin xistiye dilê dijmin.

RÛKEN ZÛ HÎN BÛ

Rûken Zagros jî li Gevera Colemêrgê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Rûken bi hêviya ku li çiyayên Kurdistanê bibe jineke azad a Kurd di sala 2014’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi evîneke mezin tevlî nav jiyanê bûye. Ew wekî şervaneke YJA Starê di her warî de xwe ji nû ve afirandiye. Wê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê xebateke pratîk kiriye û di dilê hemû rêhevalên xwe de cih girtiye.

SARYA KU ÇEKA DIYAR HILDA

Sarya Diyar jî li Hezexa Şirnexê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Sarya di zaroktiya xwe de zilma dijmin dîtiye û bi çîrokên qehremaniyê yên birayê xwe Diyar Gafûr mezin bûye. Piştî şehadeta Diyar, ji bo ku çeka wî li erdê nehêle û tolhildanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Sarya li gelek qadan têkoşiya, wê xeta Tevgera Jinên Azad û milîtaniya wê di şexsê xwe de bi serketî temsîl kiriye. Sarya heta ku şehîd bûye jî dev ji vê xet û qehremaniyê bernedaye.

RASTIYA DEWLETA TIRK DÎT

Canfeda jî li Hesekê ji dayik bûye û di nav atmosfera şoreşger a Rojava de di nav têkoşînê de mezin bûye. Wî dîtiye ku dewleta Tirk li Rojhilatê Navîn faşîzm û paşverûtiyê ferz dike û ji ber vê li çiyayên Kurdistanê tevlî nav refên gerîlayan bûye. Bi enerjiya xwe ya ciwan û dînamîzma wê li çiyayên Avaşînê bûye gerîlayekî xwedî tecrybe. Di berxwedana Mamreşo de bi awayekî dîrokî li ber xwe daye û şehîd bûye.

XEBAT BI SERHILDANAN MEZIN BÛ

Xebat Aso li bajarê Kirmanşanê ya ku bajarekî welatparêz ê Rojhilatê Kurdistanê ye ji dayik bûye. Ew bi çanda berxwedanê ya Rojhilatê Kurdistanê û taybetiyên civakî mezin bûye û di sala 2018’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ji Qendîlê heta Avaşînê tecrubeyên mezin stendiye û ked daye. Ew wekî hevrêyekî fedakar bi awayekî mutewazî tevlî hemû qadên jiyanê bûye û di dilê hevalên xwe de cih girtiye.

ZAFER MILÎTANEKÎ BI MÎNAK BÛ

Zafer Tolhildan jî li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye û di nav malbateke welatparêz de mezin bûye. Di dema ciwaniya xwe de ketiye nav lêgerîna têkoşînê û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Li gelek qadan têkoşiyaye û bûye yek ji milîtanê serkeftî û xurt ê Apoyî. Ew tevlî gelek çalakiyên li Avaşînê bûye û herî dawîn jî di berxwedana Mamreşo de rola xwe ya dîrokî bi cih aniye û tevlî nav karwanê şehîdan bûye.

KAMÛRAN ZÛ ZILM NAS KIR

Kamûran Amed jî li Amedê ya ku paytexta Kurdistanê ye ji dayik bûye. Kamûran di nav malbateke welatparêz de mezin bûye, di temenekî biçûk de rûyê rastîn ê dewleta Tirk nas kiriye. Li hemberî dewleta Tirk serî hildaye û di sala 2019’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Ew wekî gerîlayekî serketî li Avaşînê têkoşiyaye û di berxwedana Mamreşo ya efsaneyî de cih girtiye û wekî zarokekî Kurd ê xwedî rûmet di nav dîrokê de cihê xwe girtiye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv