Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Ji Fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp: ‘Şerê navxweyî xiyanet e’

 

Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp destnîşan kir, ku ti hincet ji bo şerekî navxweyî nîne û diyar kir, yên dixwazin vî şerî bikin, xiyanetê li Kurdan dikin.

Ji fermandarên pêşmergeyan Wahap Sertîp destnîşan kir ku wê li ber şerekî nava Kurdan rabe û pêşniyar kir ku eniyek li dijî şer bê avakirin û bi vî rengî şerê navxweyî bê heramkirin.

Ji Fermandariya Pêşmergeyan a YNK’ê Wahap Sertîp ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku êrişên dijmin û şerê navxweyî Kurd di vî halî de hiştine û got, “Baban, Erdelan, Botan, Behdînan û gelek mîrîtiyên Kurd bi şerê navxweyî hilweşiyan. Bi taybetî li Babanê bi şerê çend birayan hilweşiya. Di salên 1960’î de hîn em zarok bûn, di şerê navxweyî yê bi navê Celalî-Melayî de bi sedan zarokên Kurd şehîd bûn. Li parçeyên din jî di şerê navxweyî de heman rewş hebû.”

Fermandarê Pêşmergeyan Wahap Sertîp diyar kir ku ev rewş bû sedem ku Kurd lawaz bimînin û wiha dewam kir, “Çawa ku em dixwazin li dijî dijmin bibin xwedî hêz, dijmin jî hewl dide me bêhêz bike. Armanca dijminên Kurdan bi taybetî jî armanca Tirkiyeyê ew e ku Kurdan lawaz û parçe bike.”

DEWLETA TIRK BERIYA PKK’Ê JÎ WIHA BÛ

Fermandarê Pêşmergeyan Sertîp destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ne tenê tunekirina PKK’ê ye û got, “Dema ku dijminatî li tevgerên Kurd dikir, dema ku dixwest mîrîtiyên Kurd tune bike, hingî PKK tune bû. Bi hinceta PKK’ê dixwaze destketiyên Kurdan hemûyan tasfiye bike.”

Fermandarê Pêşmergeyan Sertîp anî ziman ku plan û bernameya Erdogan û dewleta Tirk a dijî Kurdan eşkere ye, ev yek jî înkarkirina Kurdan e û destnîşan kir ku Saddam Huseyîn bi xwe ti carî Kurd înkar nekir. Fermandar Sertîp got, “Erdogan û MHP bi rengekî eşkere dijminatiyê li Kurdan dikin. Ji bo mirov vê yekê nebîne divê mirov kor be. PKK xwedî hêza çekdar e, baş e çi yê HDP’ê ye ku ewqasî zextê lê dike, parlamenteran, hevşaredaran, rêveberên wê digire? Çi yê Selahattîn Demîrtaş hebû ku hatiye girtin, bi salan e girtî ye. Ji bilî têkoşîna demokrasiyê çi kir?”

MEHKÛMIYETA LI PEYMANA 50 SALÎ

Fermandarê Pêşmergeyan Sertîp diyar kir ku PDK’ê bi Tirkiye û Erodgan re tifaqeke gelekî nebaş çêkiriye ku pê ve hatiye girêdan û got, “Peymana 50 salî mînaka şênber a vê yekê ye. Pirsgirêkên ji ber vê peymanê rû didin ne ji ber PKK’ê ye, ji ber dewleta Tirk e. Xwe bi vê daye bawerkirin. Ya şaş ev e. Çavkaniya pirsgirêkan Tirkiye û Erdogan e, PKK nîne. PKK dijminê PDK’ê nîne, PKK dostê PDK’ê ye. Li şûna ku dijminatî li PKK’ê bê kirin, divê piştgirî pê re bê kirin. Gelo li Kurdîtiyê tê ku bi dijmin re rûnê û li dijî PKK’ê tifaqê bike, şer bike? Ev şer heram e û me tune dike. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe em ê li ber rabin û li dij bixebitin. Me ji ber vê yekê gelekî kişand.”

PKK LI WIR E JI BER KU EW DER KURDISTAN E

Fermandarê Pêşmergeyan Wahap Sertîp destnîşan kir ku li gorî wê, wesayita PDK’ê ya li Metînayê ji jor ve ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye rûxandin û ji bo kesên ku pirsa “PKK çima li vir e? dikin, ev bersiv da: “Baş e bila PKK bi ku ve biçe? Ma ne tevgereke Kurd e? Ma ew der ne Kurdistan e? Em çima çûn Îranê û Rojhilat? Hîn jî li ser sînorê Rojhilat li cihê ku em lê bûn malên me hene. Em hêzeke şoreşger bûn. Li dijî Saddam û Baasê me şer dikir. Bi çekên giran û artêşê bi ser me ve dihat. Me xwe li wir vedikişand. PKK jî hêzeke şoreşger e û li dijî dewleta Tirk têdikoşe. Tirkiye bi hemû derfetên xwe êriş dike, ew jî xwe vedikişîne cihê ku karibe xwe lê biparêze. Wekî din wê bi ku ve biçe?”

DIVÊ KAR BÊ KIRIN KU ŞERÊ NAVXWEYÎ BÊ HERAMKIRIN

Fermandarê Pêşmergeyan Sertîp bang li YNK, Goran, partiyên Îslamî, partiyên komunîst-sosyalîst, rêxistin, kesayet û gel kir ku li dijî şer eniyekê ava bikin, karekî bikin ku şerê nava Kurdan heram bike û got, “Gel vî şerî qebûl nake. Şerekî ku gel qebûl nake bi destê gel dikare bê rawestandin. Divê partiyên din jî bi gel re tevbigerin û vî şerî rawestînin. Divê şerê navbera Kurdan bê heramkirin.”

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv