Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Fermandarê pêşmergeyan: Hêzeke terorîst an bi F-16 an jî Sîha’yê êriş pêk aniye

 

FERMANDARÊ PÊŞMERGEYAN LI SER ÊRIŞA LI DIJÎ PÊŞMERGEYAN AXIVÎ:
HÊZEKE TERORÎST AN BI F-16 AN JÎ SÎHA’YÊ ÊRIŞ PÊK ANIYE

Di 5’ê Hezîranê de PDK’ê konvoyek eskerî ber bi herêma Metina ve şand.

Dema ev hêza ji dehan wesayitên zirxî pêk dihat xwest derbasî qadên gerîla bibe teqîneke mezin rûda.

Li ser teqîna ku 5 pêşmergeyî têde jiyana xwe ji desta da HPG’ê daxuyaniyek da û got:

“Mijara teqîna di vê wesayitê de divê ji aliyê heyeteke hevpar an jî serbixwe ve were lêkolînkirin da ku bûye zelal bibe.”

Der barê mijdarê de ji fermandarên pêşmergeyan Qadir Xoranî yê ku di bin sîwana Wezareta Pêşmergeyan de kar dike jî, li ser hesabê xwe yê fermî daxuyaniyek da.

Xoranî yê ku di warê leşkerî de jî xwedî ezmûn û pispore vê teqînê wiha dinirxîne.

“Ti şopên guleyan li ser wesayîta zirxî nînin. Eger bi mûşekê jî êrîş lê hatiba kirin, diviyabû li çarmedorê maşînê jî biketa an jî tekerên maşînê parçe bibûna.lê tiştekî wisa tune..

Li gorî axaftinên pêşmergeyên birîndar jî şer çênebûye; ji ezman ve êrîş li wesayîta wan hatiye kirin.

Li gorî wêneyan jî diyare ku ji aliyê balafiran wesayit hatiye bombebaran kirin.”

Fermandarê Pêşmerge bê ku nav bide anî ziman ku “hêzeke terorîst” a xwedî balafirên şer ev êrîş pêk aniye û got:

“Li gorî min ev kiryara terorîstî, yan bi balafira F16 yan jî balafira bê mirov, ji aliyê hêzek terorîst li dijî pêşmergeyên Kurdistanê hatiye kirin.

Armanca siyasî li pişt vê heye. Ev êrîş bi pîlane û armanca êrîşê gurkirina şerê Kurdkujî û wêrankirina Herêma Kurdistanê ye.”

LI BAREGEHÊN AMEDIYÊ Û BAMERNÊ LI HEV CIVIYAN
PDK’Ê TÊKILDARÎ TEVGERA XWE AGAHÎ DA ARTÊŞA TIRK

Têkildarî heman mijarê çavkaniyek pêbawer ev agahî dan Rojnewsê.

Li gorî zanyariyên çavkanî, hêzên Pêşmergeyan beriya ku biçin herêma Metîna bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker ên li baregehên Amêdiyê û Bamernê re axivîne.

Rayedarên pêşmergeyan ji artêşa dagirker re gotine ku ew ê biçin herêmê û bendek ava bikin.

Fermandarê pêşmergeyan detay û cihên ku dê biçinê jî vegotine bi wan re par vekirine.

Piştî van hevdîtinan, hêzên Pêşmergeyan ber bi herêmê ve çûne.

Dema nêzî cihê gerîla bûne, balafirek bê mirov a biçek an jî Dron a artêşa Tirk li seyareya pêşmergeyan xistiye.

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, da zanîn ku ev agahî ji aliyê pêşmergeyekî di êrîşê de birîndar bûye ve jî hatine piştrastkirin û gotiye artêşa Tirk xwestiye bi vê yekê fitneyê derxe.

Çavkanî got ku ev rewş tê zanîn, lê belê desthilata herêmê bi tu awayî nahêle ku were belavkirin û bê zanîn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv