Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Hewlêrê banga derxistina dewleta Tirk ji axa Başûr hat kirin

 

HÊRSA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ
LI HEWLERÊ BANGA DERXISTINA DEWLETA TIRK JI AXA BAŞÛR HAT KIRIN

Ev bi salan e dewleta Tirk êrişî Başûrê Kurdistanê dike û sivîlan dikuje..

Herî dawî 23’ê Nîsanê bi armanca qirkirina gelê Kurd li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi tevgereke berferih a dagirkeriyê kir.

Di encama vê devgerê de, ji ber êrişên dewleta Tirk bi dehan gundên li herêmê hatin valakirin û xwezaya Kurdistanê hat talankirin.

Rayedarên PDK’ê hebûna bi dehan baregehên artêşa Tirk li Başûr û êrişên wê weke rewşeke asayî dîtin.

Lê belê wan, gerîllayên PKK’ê yên rê nadin dagirkeriyê weke hêzeke biyanî bi nav kirin.

Berovajî rêbeveriya Başûr di nava civakê de hêrseke zêde li dijî êriş û dagirkeriyê heye.

Beriya bi du rojan li Silêmanî bi hezaran kes bi peşengiya partî û rêxistinên civakî daketin qadan û dengê xwe li dijî dagirkeriyê bilind kirin.

Bi heman armancê îro jî li Hewlerê bi pêşengiya Hizma Komunîst a Kuridistanê li pêşiya avahiya parlementoyê xwepêşandan hebû.

Gelek kes beşdarî xwepêşandanê bûn û nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi metirsiya heyî hat kirin û bang li hikûmeta heremê û Iraqê hat kirin ku dewleta Tirk ji axa Kurdistanê derxin.

Piştî daxuyaniyê li ser dagirkeriya dewleta Tirk daxwaznameyek radestî parlamentoyê kir.

Parlementerê YNK’ê Zikrî Zêbarî ê beşdarî xwepêşandanê bûbû jî ev peyam da.

Parlementerê Komala Îslamî Osman Kanî Kurdeyî jî nerazîbûna xwe ya li dijî bedengiyê wiha anî zaman.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv