NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
QUBAT TALABANÎ: JI HERDEMÎ ZÊDETIR PÊWISTÎ BI YEKRÊZIYÊ HEYE
Cigirê Serokwezîrê hukûmeta Başûr Qubad Talabanî li ser bûyera Metînayê daxuyaniyek da û banga hestiyarî û berpirsyariyê kir.
Talabanî got, gelê me ji şer û aloziya navxweyî pir êş kişandiye, divê em ji wan dersan derxin, bi berpirsyarî tevbigerin û yekrêziya xwe pêş bixin.
PARLEMENTER UMER GULPÎ:
DEWLETA TIRK AXA ME DAGIR DIKE, EW DEWLETEKE DAGIRKER E
Parlementer Umer Gulpî jî li dijî dagirkeriya Tirk kete nava tevgerê û ji bo nirxandina dagirkeriya Tirk, daxwaznameyek da serokatiya parlemena Başûr.
Gulpî got: Dewleta Tirk xaka Kurdistanê dagir dike, dewleteke dagirker e û divê parlemen li dijî vê kom bibe û helwest bigire.
NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK
LI TEVAHIYA BAŞÛR NERAZÎBÛN ZÊDE DIBIN
Hizba Demokrat ya Kurdistanê jî li ser bûyera Metîna daxuyaniyek da û banga diyaloga çareseriya nakokiyan li hemû hêzên Kurd kir.
Cigirê Serokê Zanîngeha Koyê Dr. Heyder Leşkerî jî dijminahiya dewleta Tirk destnîşan kir.
Mamostayê Zanîngaha Koye Dr.Mihemed Nasir jî bal kişand ser dîroka dagirkeriya Tirk û xwest Kurd li dîroka Tirkiyê binêrin, wisa helwest bigirin.