HELWESTA XELKÊ SILÊMANIYÊ
NAVENDA KAR A NIŞTÎMANÎ JI BO MEŞA LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BANG KIR
Nerazîbûna li hemberî dagirkeriya Tirk roj bi roj zêde dibe.
Sibe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk wê li Silêmaniye meşek were lidarxistin.
Hizb û partiyên siyasî li dijî dagirkeriyê bang li hemû kesî kirin da ku tevlî meşê bibin.
Navenda Kar a Nîştimanî ku ji komek partî û hizên siyasî pêk tê, li ber sînemeya Silêmaniyê der barê meşa sibê de daxuyaniyek da çapemeniyê.
Berdevkê Navend Nebez Xalid li ser navê saziyê daxuyanî da.
Bang li hemû kesî hate kirin da ku tevlî meşa dijî dagirkeriya dewleta Tirk, bibin.