DEWLETA TIRK DIXWAZE BAŞÛR DAGIR BIKE
XELKÊ RANYA BI MEŞEKÊ BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ KIR
Ev der navçeya Silêmanî Ranya ye.
Xelkê navçeyê li dijî dagirkeriya Tirk û êrişên wê daket qadan.
Meş ji Parka Derwaze dest pê kir û heta Baxê Giştî dewam kir.
Di meşê de pankart û dovîzên silavdayîna gerîla, protestokirina bêdengiya li hemberî êrişan û banga mezinkirina têkoşînê nivîsî hatin hildan.
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn.
Li ser navê sazî û rêxistinan nûner axivîn.