Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên DawîPêngav

HPG: Li Metîna û Geverê 16 dagirker hatin cezakirin

 

PÊNGAVÊN CENGA XABÛRÊ Û BAZÊN ZAGROSÊ
HPG: LI METÎNA Û GEVERÊ 16 DAGIRKER HATIN CEZAKIRIN

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê gerîlayan li herêma Metîna bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê li artêşa dagirker dane.

2’yê Hezîranê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Şehîd Çiya kirin hedef.

Û danê êvarî ji 3 milan ve li çeperên wan xistin.

Di çalakiyê de bi giştî 4 eskerên Tirk hatin kuştin, 2 jê birîndar bûn, 2 çeper hatin rûxandin û radarek jî hat îmhakirin.

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê jî gerîla li navçeya Colemêrgê Geverê di nava tevgerê de bû.

Gerîlayan li navbera gundên Alyawa û Serê Şikeftê dagirkerên ku li ser rê hewl didan kontrolê bikin, kirin hedef.

Gerîlayan wesaîteke zirxî ya bi tîpa kirpî ku 12 esker tê de bûn, hingaft.

Wesaît tevî dagirkerên tê de hat îmhakirin.

HPG’ê got, nûçeyên têkildarî vê çalakiyê yên di çapemeniya Tirk de tên weşandin ne rast in û gerîlayek tenê jî li herêmê şehîd nebûye.

Di daxuyaniya HPG’ê de têkildarî êrişên bi balafirên şer û helîkopteran û guhertina eskerên li herêmên parastinê yên medyayê jî ev agahî hatin dayîn;

2, 3 û 4’ê Hezîranê Girê Zendûra yê Metîna, qadên Tabûra Ereban, Girê Sor, Kunîşka, Werxelê ên Avaşînê, qadên Sîda, Çemço û Şehîd Brûsk ên Zapê hatin bombekirin.

Di êrişan de ti zirar li gerîlayan nebû.

3’yê Hezîranê artêşa dagirker li qadên Mamreşo û Mervanos ên Avaşînê, qadên Kela Bêdewê û Cîloya Biçûk ên Zapê eskerên xwe guhertin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv