MIKURHATINÊN SEDAT PEKER
JI BO MEHMET AGAR Û BERSÛCÊN DOZA JÎTEM’Ê JI NÛVE BÊN DARIZANDIN DOZ HAT VEKIRIN
Serçeteyê dewleta Tirk Sedat Peker, di dîmenê xwe yê heftemîn de, têkildarî kuştina rojnamevan Ûgûr Mûmcû û kuştina karsazên Kurd axifî.
Sedat Peker bal kişand ser berpirsyariya Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Agar û endamê berê yê MÎT’ê Korkût Eken.
Di mijara kuştina Mûmcû de ji bo Mehmet Agar got, “kujer” e û eşkere kir, ku di kuştina karsazên Kurd de Agar berpirsyar e.
Sedat Peker navê Behçet Canturk, Huseyîn Baybaşîn û Savaş Bûldan bilêv kir û got, xeyala wî jî Serokkomarî bû.
Mehmet Agar ji bo sicîla xwe hemûyî paqij bike, pêşkêşî li Desteya Ewlekariya Neteweyî kir.
Wê demê Tansû Xanimê (Tansû Çîller) ew îqna kir. Piştre jî dest pê kirin û hemû kuştin.”
Yek ji wan karsazên Kurd jî Savaş Bûldan bû ku Hezîrana 1994’an piştî binçavkirinê hate qetilkirin.
Hevjîna Savaş Bûldan Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî mikurhatinên Peker daxuyaniyek da:
Perwîn Bulda wiha got:
“Me bi salan got, em niha dîsa dibêjin. Yên ku Savaş Bûldan û hevalên wî kuştin, rêveberên dewletê bûn.
Kujer bi rengekî seranserî hatin darizandin û beraatkirin. Ji bo darizandinê em ê bikevin nava hewldanan.”
Piştî mikurhatinên Sedat Peker 1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Edliyeya Enqereyê, ji bo doza JÎTEM’ê ya Enqereyê biryara bereatê xira kir.
Ji bo Mehmet Agar û bersûcên vê dozê ji nûve bên darizandin doz vekir.