Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Dewleta Tirk avê weke çekeke stratejîk bi kar tîne

 

QUTKIRINA AVA ÇEMÊ FIRATÊ
DEWLETA TIRK AVÊ WEKE ÇEKEKE STRATEJÎK BI KAR TÎNE

Li Rojhilata Navîn ev bi salane behsa şerê avê tê kirin.

Gava behsa şerê avê jî tê kirin yekser dewleta Tirk a dagirker tê bîra mirovan.

Ji ber ku dewleta Tirk bi avakirina dehan bendavên li ser çemên Dicle û Firatê, ev bi salane xwe ji vî şerî re amede dike.

Dîmenên çemê Firatê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine kişandin vê yekê piştrast dikin.

Qutkirina avê, ziyaneke mezin li xelkê herêmê dike.

Ji enerjiyan hilberîna elektrikê digire, herwiha zirarê dide masî û zindiyên di çem de.

RÊVEBERÊ GIŞTÎ YÊ BENDAVAN MIHEMED TERBÛŞ
“EV ÇAR MEH IN AVA ÇEMÊ FIRATÊ LI SER HERÊMÊ HATIYE QUTKIRIN”

Ji endamê rêveberiya giştî ya bendavên a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terbûş li ser mijarê dibêje:

Dewleta Tirk ev zêdetirî 4 mehin ava çemê Firatê qutkirye.

Îdîayên ku av dikerikê nerastin.

Dewleta Tirk avê weke çekeke siyasî yê stratejîk li hember xelkê herêmê bikar tîne û qanûnên navneteweyî binpê dike.

HUQÛQNAS BEŞÎRA CEMALEDÎN
“DEWLETA TIRK BI QUTKIRINA AVÊ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE”

Hevseroka Yekitiya Parêzerên Hesekê hiqûqnas Beşîra Cemaledîn jî diyar dike ku dewleta Tirk bi qutkirina avê sûçê mirovahiyê dike..

Beşîra Cemaledîn bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku mudaxaleyê rewşê bikin û sûcên hovane û şantajên dewleta Tirk rawestînin.

Li gorî peymana ku di sala 1987an de di navbera Şam, Bexda û Enqerê de hatiye morkirin, Tirkiye nikare bi rêjeya ava Fratê bileyîze.

Lê hukumetên Şam û Bexda ku ketine pêy têkbirina destkeftiyên siyasî yên gelê kurd li hemberî van xebatên korsanwarî yên Tirkiyê bêdeng in.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv