Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG’ê yek bi yek qala têkoşerî û şoreşgeriya şehîdên Bagokê kir

 

ŞEHÎDÊN BAGOKÊ
HPG’Ê YEK BI YEK QALA TÊKOŞERÎ Û ŞOREGERIYA WAN KIR

Di daxuyaniya navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê de yek bi yek qala têkoşerî û şoreşgeriya şehîdên Bagokê hat kirin.

Li ser fermandarê gerîla Bager Serxwebûn wiha hat gotin:

Bi perwerdeya li Akademiyên ApHPG-Nasname-2ollon girtî, derbasî Eyaleta Mêrdînê bû.

Ew weke fermandarekî gerîla li xaka ku lê ji dayîk bû vegeriya.

Di daxuyaniya HPG’ê de ji bo gerîla Silav Ronahî jî wiha hat gotin:

Ew ji nav refên YPS’ê beşdarî nava refên gerîla û bi beşdariya xwe ya çalak, bû fermandareke YJA-Starê.

Bi awayekî mînak dikarî li Eyaleta Mêrdînê xeta fermandariyê ya YJA-Starê temsîl bike.

Ez bi eslê xwe ji Hezexê me û 2014’an ji Amedê beşdarî nava refên gerîla bûm.

Birîndarbûna bavê min 1999’an di çalakiyên li dijî komploya navneteweyî de bandoreke mezin li min kir.

Cihê Mêrdînê xwedî cihekî girîng û bi nirx e. Xelkê Mêrdînê bi welatparêzî û berxwedêriya xwe timî serî li ber dijmin rakiriye.

Weke qedro rola pêşengiyê layiqî me hatiye dîtin û em ê jî bi vî rengî berê xwe bidin Mêrdînê

HPG’ê ji bo Bager Tolhildan jî wiha got:

Ew di nava malbateke welatparêz û xwedî şehîd de mezin bû.

Ew 2 sal û nîvan di zîndanê de girtî ma.

Apê wî Abdullah Aslan bi nasnav Ferhat 1996’an dema Fermandarê Bagokê bû li Nisêbînê bi lehengî şer kir û şehîd bû.

Di berxwedana dîrokî ya Nisêbînê de cihê xwe girt.

Hê li jiyanê di nava xelkê Nisêbînê de navê wî bi lehengî dihat hilanîn.

Ji bo Sîdar Rîzok jî di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin, ku ji nav malbateke welatparêz a Hezexê beşdarî nav refên gerîla bûye.

HPG’ê ji bo Rizgar Koçer jî got, ew wekî zarokekî malbateke Koçer a Nisêbînî hat dinê û bi wî ruhê pak berê xwe da nav refên gerîla.

2015’an ji herêma Besta ya Botanê beşdarî nav refên gerîla bû.

Ji wir derbasî Mêrdînê bû, di nav gelek çalakiyan de weke fermandarekî pêşeng û mînak cihê xwe girt.

Ji bo şehîd Agir Qoser jî HPG’ê got, ji nav malbateke welatparêz a Qoserê berê xwe da nav refên gerîla.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv