Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nivîskar Recaî Faid: Yekîtiya Ereban divê mudaxaleyî êrişên Tirkiyê bike

 

NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ DAGIRKERIYA TIRK LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
NIVÎSKAR RECAÎ FAID: YEKÎTIYA EREBAN DIVÊ MUDAXALEYÎ ÊRIŞÊN TIRKIYÊ BIKE

Endamê Însiyatîfa Ereb a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan Recayi Faid ku di heman demê de Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Misirye derheqê êrişên dewleta tirk yên li ser başûrê Kurdistanê de got:

Artêşa Tirk di van êrişan de çekên kimyayî û qedexekirî bikar tîne û armanca wê dagirkirina heremên sînor yên Îraqê ye.

Recayî Faid da zanîn dewleta bi van êrişan dixwaze beşek ji xaka Iraq û Suriyeyê dagir bike û projeya xwe ya avakirina Osmaniya nu pêk bîne.

Faid êrişên tirkiyê weke binpêkirina serweriya axa welatên Ereb pênase kir û ji Yekitiya ereban xwestku ku mudaxelayê dakirkeriya dewleta tirk bikin.

Faid wiha axivî. “Em ti wate nadin bêdengiya hukumeeta Îraq û welatên din yên Ereb. Em li bendê ne ku Yekitiya Ereban mudaxaleyê rewşê bike ê destûr nede ku em vegerin nava wê êşa ku gelên heremê 500 salan ji destê Osmaniyan kişand.

Serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Misir Recayî Faid, bang li gel, welatên Ereb, sendîka û hêzên siyasî kir ku dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin û destûr nedin ku artûşa wê bi rêya çekên kimyayî û qedexekirî komkujiyan li ser welatiyên Iraqê pêkbîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv