SÛCÊN DEWLETA TIRK LI HEREMÊN DAGIRKIRÎ
ROJNAMEVAN SNELL: TIRKIYÊ PÎLAN KIRIYE LI BEŞEK SÛRIYÊ QIRA KURDAN BÎNE
Rojnamevana Amerîkî Lindsey Snell di sala 2014’an de, ji bo şopandina DAIŞ’ê pêşî diçe Tunusê, piştre derbasî Suriyê dibe. Demekî li Helebê dimîne ji aliyê rêxistina El Nûsra ve dîl tê girtin, piştre dema difilite derbasî Tirkiyê de li wê derê tê girtin.
Snelle zindanên li Tikriyê weke dojeh û rojên herî reş yê jiyana xwe pênase dike.
Dema tê berdan, derbasî Kobanî dibe û şerê şervanên Kurd yên li hemberî DAIŞ’ê li qada şer dişopîne.
Ew demekî diçe Efrînê herwiha bi salan li gelek heremên Rojava digere bi şervanên YPG-YPJ re hevpeyvînan pêk tîne.
Weke şahida gelek bûyeran Rojnamevan Snelle dibêje di şer de tişta ku herî zêde bandor lê kiriye cesaret û îradeya jina kurd ya di nava şer de bû.
Derheqê Efrînê de rojnamevana Amerîkî dide zanîn wê bi rêya çavkaniyên xwe yên bi ewle piştrast kiriye ku hêzên girêdayî tirkiyê dest avêtine jinên kurd, gelek cînayet pêkanine û dest danî ne ser mal û milkê wan.
SÛCÊN DEWLETA TIRK LI HEREMÊN DAGIRKIRÎ
ROJNAMEVAN SNELL: ENDAMÊN OSO BERIYA NIHA DI NAVA DAIŞ’Ê DE BÛN
Lindsey Snell weke çavdêr dide zanîn îro gelek kesên di nava Artêşa Azad ya Suriyê bi dewleta tirk de kar dikin, beriya niha di nava DAIŞê de bûne.
Derheqê kampa Holl de ku lê piranî malbatên DAIŞ’î dimînin Snel pêşniyaz dike ku her dewlet were xwedî li hemwelatiyên xwe derkeve û wan ji vir bibe û vê agahiyê dide:
Gelek jinên ku ji kampê revîne, derbasî Îdlibê bûne, dîsa bi DAIŞ’iyan re zewicîne û zarokên xwe weke nesla duyem ya DAIŞê tevlî jiyana kujeriyê dikin.
Mijareke din ku rojnamevana Amerîkî anî ziman projeyên Tirkiyê yên li ser heremê bûn.
Snell da xuya kirin Trikiye niha di çarçoveya projeya xwe ya avakirina Osmaniya nû de, dixwaze qismek axa Suriyê bixe bin kontrola xwe û kurdan ji ber ku weke astengî dibîne, dixwaza wan ji holê rabike û rastiya li heremên dagirkirê wiha piştrast kir:
Tirkiye li hemberî kurdan di nava şer de ye. Li heremên bakurê Suriyê ku dagirkiriye tam paqijiya etnîkî pêk tîne. Zarokên kurd û erebana bi ruhê nijadperestiya tirk perwerde dike.