REWŞENBÎRÊN EREB LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BANG KIRIN
“DIVE YEKÎTIYA EREBAN Û KONSEYA EWLEKARIYÊ LI DIJÎ VAN ERIŞAN AWARTE BICIVIN”
21 rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanên Ereb li dijî dagirkeriya dewleta tirk bang li Yekîtiya Ereban kir ku bi awayekî awarte bicive.
Ji welatên Misir, Libya, Lubnan, Yemen, Filistîn û Iraqê rewşenbîr û siyasetmedaran banga helwestnîşandanê li Neteweyên Yekbûyî jî kir.
Di daxuyaniya hevbeş ya Rewşenbîran de wiha tê gotin.
“Em wek komek rewşenbîr û siyasetemedarên ku pirsgirêkên Rojhilata Navîn ji xwe re wekî xem dibînin.
Bêdengiya welatên Ereban a dijî êrişên dewleta Tirk ên ku pêk tên rast nabînin.
Bi taybetî binpêrinên dewleta Tirk ên li ser xaka Iraqê ku ji bo me welatekî girîng e û yekîtiya Ereban ava kiriye, me dixe nava fikaran.
Heta niha tu welatekî Ereban li dijî van binpêkirinan daxuyaniyek nedaye.
Em ji Komara Erebî dixwazin ku li ser vê mijarê awarte kom bibin û li hemberî xewnên dewleta Tirk helwest nîşan bidin.
Di daxuyaniyê de rewşenbîran bang li Neteweyî Yekbûyî jî kir
“Divê li dijî van êrişan di serî de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û sazî û rêxistinên pêwendîdar helwesteke cidî nîşan bidin.”