Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

HPG: Li Amedê zêdetirî 4 dagirker hatin kuştin û hevrêyekî me şehîd bû

 

JI GERÎLAYAN LI AMED, ZAP, AVAŞÎN Û METÎNAYÊ ÇALAKÎ
HPG: LI AMEDÊ ZÊDETIRÎ 4 DAGIRKER HATIN KUŞTIN Û HEVRÊYEKÎ ME ŞEHÎD BÛ

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê encamên çalakiyên dawî yên gerîlayan li Amed, Zap, Avaşîn û Metînayê ragihandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, li ser bingeha Pêngava Dem Dema Azadiyê ye, gerîlayên azadiya Kurdistanê ji Bakur heta Başûr ji bejahî û hewayî li dagirkeran dixin.

Têkildarî çalakiyan ev agahî hatin dayîn:

9’ê Çile artêşa dewleta Tirk li herêma Şehîd Kendal a Eyaleta Amedê tevgereke berfireh a dagirkeriyê da destpêkirin.

Gerîlayan komek dagirker xistin kontrola xwe û lê dan.

Di vê çalakiyê de 3 esker hatin kuştin û 2 esker jî birîndar bûn-

Tevgera dagirkeriyê 10 rojan dewam kir û bê encam vekişiya.

14’ê Nîsanê dîsa li herêma Şehîd Kendal a Eyaleta Amedê artêşa Tirk dest bi tevgereke dagirkeriyê kir.

Di dema vê tevgerê de şer qewimî.

Vî şerî 40 deqe dewam kir û gerîla Mahîr Farqîn heta guleya xwe ya dawî şer kir û şehîd bû.

Gerîla Dara Bagok jî bi birîndarî dîl ket destê artêşa dagirker.

Artêşa Tirk di vî şerî de kuştiyek û 4 birîndarên xwe ragihandin.

Lê hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk zêdetir e.

2’yê Gulanê Hêzên Parastina Hewayî yên Şehîd Delal dagirkerên li ser Girê Zendûra bi awayekî serketî kirin hedef.

JI GERÎLAYAN LI AMED, ZAP, AVAŞÎN Û METÎNAYÊ ÇALAKÎ
HPG: LI ZAP Û AVAŞÎNÊ 8 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê…

2’yê Gulanê eskerên artêşa Tirk xwestin bi bombeyên gazê bikevin tunelên şer ên Girê Zendûra yê Metînayê.

Gerîlayan bi lehengî bersiv dan û nehêlan dagirker bikevin tunelan.

Bi Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê…

2’yê Gulanê gerîlayan dagirkerên li ser Girê Şehîd Dilgeş ê li qada Mervanos a Avaşînê kirin hedef.

Di vê çalakiya serketî de 3 esker hatin kuştin, yek birîndar bû.

Heman rojê gerîlayan dagirkerên li ser heman girî dîsa kirin hedef.

Gerîlayan bi ser eskerên Tirk de girtin û şerekî dijwar qewimî.

Kuştî û birîndarên artêşa Tirk çêbûn, lê hejmar nehat zelalkirin.

Dîsa 2’yê Gulanê gerîlayan eskerên ku xwestin li ber bi qada Ciloyê Biçûk ê Zapê ve bipêşkevin kirin hedef.

Di vê çalakiyê de dagirkerek hat kuştin.

Bi awayekî hemwext li dijî yekîneya dagirker çalakiyek sabotajê jî hat lidarxistin, 4 esker hatin kuştin û 2 esker jî birîndar bûn.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv