Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Wezîrê parastinê têkçûyîna artêşa xwe eşkere kir: Em nikarin bi rehetî dakevin ser wan çiyayan

 

WEZÎRÊ PARASTINÊ TÊKÇÛYÎNA ARTÊŞA XWE EŞKERE KIR
HULÛSÎ AKAR: EM NIKARIN BI REHETÎ DAKEVIN SER WAN ÇIYAYAN

Ji 23’yê Nîsanê ve dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê êrişên xwe yên ji bo qirkirina gelê Kurd zêde kirine.

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî teknîka şer a NATOyê, bomberdimana ku bi rojan dewam dike, şerekî giran dimeşînin.

Heta niha zêdetirî 150 eskerên artêşa dagirker li Zapê, Metîna, Avaşînê û Heftanînê hatine kuştin.

Di daxuyaniyên rojane yên HPG’ê de jî behsa wê yekê tê kirin, ku eskerên Tirk nikarin bi rehetî dakevin çiyayan û tevbigerin.

Wezîrê Parastinê yê dagirkeriya Tirk Hulûsî Akar têkildarî vê mijarê axivî.

Akar ji bo moral bide hêzên xwe yên derbên giran ji gerîlayan dixwin, ha digere û serdana wan dike.

Herî dawî bi fermandaran re çû Fermandariya Tevgera Hewayî ya li Eskîşehîrê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ku ji vê derê tevahiya êrişên hewayî yên li dijî Metîna, Zap, Avaşîn, Heftanîn û Xakurkê tên koordînekirin.

Hulûsî Akar li vê derê bi gotina “daketin û sekna li çiya û quntaran pir zehmet e, helîkopter nikarin yek bi yek eskeran deynin” li têkçûyîna hêzên xwe yên li herêmê mikur hat.

Her wiha ji bo ser vê têkçûyînê bigire jî weke her carê serî li derewan da û got, hin welatên em wan dost dihesibînin, fuze dane PKK’ê û ev ji bo me talûkeyeke mezin e.

Wezîrê şerê taybet bi gotina “bi wan re doçkaya bi kumanda heye” jî xwest bidest-nexistina encamekê ji êrişa xwe bide rewakirin.

Li aliyê din doh Gerîla Tv dîmenê kuştina 8 dagirkerên li ser Girê Şehîd Serxwebûn ê Zapê ragihand.

Çalakî 26’ê Nîsanê pêk hatibû.

Di dîmen de bi awayekî zelal kuştina gelek eskeran xuya dike.

Dîsa wê rojê li Zapê, Metîna, Avaşînê 38 dagirker hatibûn kuştin.

Lê Wezareta Parastinê ya dagirkeriya Tirk tenê du kuştiyên xwe yên bi navê Mustafa Çalim û Mehmet Kivik ji bo 26’ê Nîsanê ragihandine.

Bi vê yekê jî eşkere û ron e, ka dewleta Tirk çawa hejmara kuştiyên xwe qat bi qat zêde vedişêre.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv