ŞEHADETA SÎNAN MÎRXAN
MILÎSÊN HBDH’Ê YÊN KURDISTANÊ PÊNGAVA TOLHILDANÊ RAGIHANDIN
Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Sînan Mîrxan 27’ê Cotmeha 2020’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Milîsên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan ên Kurdistanê bi daxuyaniyekê Pêngava Tolhildanê ya Sînan Dersim ragihandin
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:
Her cara ku dewleta Tirk a faşîst û qirker têk diçe, li dijî gel û hevrêyên me komkujiyan dike.
Rêjîma dîktator Erdogan a ji komkujî û qirkirinê xwe têr dike, li hemberî têkoşîna me ya azadiyê bi têkçûyînekê re rû bi rû ye, ku nikare jê bireve.
Hevrêyê me Sînan Dersim weke rotaya têkoşîna me, banga wezîfeyê li me dike.
Em bang li tevahiya hêz, hevrê û gelên xwe dikin…
Banga me ji wan kesan re ye, ku naxwazin di tarîtiya faşîzmê de winda bibin..
Werin em berxwedana xwe hevpar bikin.
Werin em hesabê her dilopa xwîna ku dewleta Tirk dirijîne bipirsin.
Li aliyê din pêkhateyên HDBH’ê jî bi daxuyaniyan Endamê Konseya Fermandariyê ya HPGÇ’ê Sînan Dersim bi bîr anîn.
Partiya Komunîst a Maoîst-MKP, Komîteya Rêveber a Partiya Komunarên Şoreşger û Hêzên Yekgirtî yên Azadiyê, Komîteya Navendî ya TKP-MLê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyan de soza hilanîna tola Sînan Mîrxan hat dayîn.