Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îngilîstanê jî destek da peymana li dijî vîna Şengalê

 

INGILÎSTANÊ JÎ DESTEK DA PEYMANA LI DIJÎ VÎNA ŞENGALÊ
“DIVÊ PÊNGAVÊN BICÎHANÎNA PEYMANÊ WERIN BILEZKIRIN”

Di çarçoveya peymana 9’ê Cotmehê de tehdîdên li ser Şengalê dewam dikin.

Hêzên navnetewî jî ji bo ev peymana bêxêr ya di navbera dewleta tirk, PDK û Bexdayê de hatî îmzekirin, pêk bê zextan dikin.

Piştî Amarîkayê dîplomatên Îngîlîstanê jî li ser mijarê axifîn.

Sefîrê Îngîlîstanê yê Iraqê Stephen Hickey di serdana xwe ya li Hewlêrê de bersiv da pirsên rojnamevanan.

Sefîr Stephen Hickey der barê peymanê wiha axivî:

“Peymana Şingalê, peymanek gelek baş e û di civîna li gel aliyên Kurd û rayedarên Bexdayê de jî min bal kişand ser vê yekê.

Divê pêngavên bicîhanîna peymanê werin bilezkirin.”

Stephen Hickey di dewama axaftina xwe de bal kişand ser madeya 140 ya ku deverên bi nakok dide ber xwe û got:

“Piştre em dikarin vê peymanê ji bo deverên din ên cihê ku bi madeya 140 tên pênasekirin jî berfirehtir bikin.

Li ser vê mijarê min niyeta Bexda û Hewlerê ya baş dît.”

Wek di nirxandina Sefîrê Îngîlîstanê jî tê famkirin peymana li ser îradeya gelê Şengalê tê ferzkirin ne yek aliye.

Di serî de dewleta tirk, Amarîka û Îngîlîstan piştevaniya vê peymana qirêj dikin.

Lewma ji bo bicîhanîna peymanê zêxtên mezin li ser rêvebiriya Bexdayê jî hene.

Tevî van zext û êrişan jî gelê Şengalê û pêkhateyên wî, bi çalakî û bangan bi israr dibêjin çareserî ancax bi rêyên diyalogê mumkune

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv