TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ RÊBER APO
HEYETEK JI HDP’Ê BI CPT’YÊ RE RÛNIŞT
HDP ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo di nava xebatan de ye.
Ji parlementerên HDP Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy li Strasbûrgê bi rayedarên CPTyê re hevdîtin pêkanîn.
Heyeta HDP’ê têkildarî tecrîda giran a li dijî Rêber Apo û çalakiya greva birçîbûnê ya li zîndanan bi CPT’yê re rûniştin.
Hevdîtin li bajarê Fransa Strasboûrgê pêk hat.
Di hevdîtinê de ji HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy amade bûn.
Heyetê têkildarî rewşa dawî rayedarên CPT agahdar kirin.
Her wiha pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê jî pêşkêş kirin.
Têkildarî helwesta rayedarên CPT’yê ya derheqê tecrîdê de agahî nehatin parvekirin.