AMDESPOR 2-1 BISER KET
MAÇA VÊ HEFTIYÊ BI TÎMA ÎNEGOLSPORÊ RE BÛ
Di lîga 2. a Tirkiyê de, Amedspor û Înegolspor ku di koma spî de cih digirin, hatin pêşberî hev.
Maç di heftiya 32. de li stadyûma bajêr a Înegolê bû.
Amedspor di deqîqeya 6’an de bi gola Halîl Îbrahîm Sonmez û di deqîqeya 17’an jî, bi gola Mesût Can li hemberî Înegol Sporê 2-0 ket pêş.
Gola Înegolsporê jî di deqîqeya 43’yan de Gulhan Ureyen Avêt.
Beşa yekem a maçê 2-1 bi serketina Amedsporê dawî bû.
Di beşa 2. de gol nehatin avêtin û Amedspor ji sahayê 2-1 serkeftî veqetiya.
Di encamê de Amedspor pûanê xwe derxist 51’ê û di rêza 7’an de cih girt.
Her wiha bi vê serketinê jî ji bo derkeve lîga jor îddîa xwe dewam dike.