FESTÎVALA BIHARÊ
BERHEMEK ZÊDE DI FESTÎVALA SILÊMANIYÊ DE HEYE
Li bajarê Silêmaniyê Festîvala 3’yan a Biharê dewam dike.
200 kompanya berhemên xwe, li Pêşangeha Navdewletî bicihkirine.
Di festivalê de gelek berhemên xwemalî û berhemên biyanî tên nîşandan.
Ji bilî kompanyayên navxweyî, yên ji derveyî welat jî jî bi berhemên xwe tevli festivalê bûne.
Festîvala ku 6 roj li pey xwe hişt, wê 10 roj dewam bike.
Gelek jin jî bi hêz û keda destê xwe tevli festîvalê bûne.
Berhemên hatine pêşandan bi buhayekî erzan tên firotin lê firoşkar dibêjin;
Ji ber xizaniyê berhemên li festîvalê zêde nayên firotin.