Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mihemed Seydî: Fransa û kurd 08.04.2021

 

FRANSA Û KURD
MIHEMED SEYDÎ / WELAT

Bi şerê li dijî DAIŞ’ê re ku ji Kobanê dest pê kir, peywendiya kurdan li gel welatên xeteriya DAIŞ’ê li ser xwe didîtin geş bû û desteka ku hat dayîn şervanên kurd girt. Kurd jî bi vê nêzbûn û peywendiyê kêfxweş bûn û germ nêz bûn. Ji ber ku armanc ew bû ku dawî li zilmê were anîn. Êdî gihişte asteke wisa ku van welatên rojavayî yên ketin nava hevkariya bi kurdan re, ji bo têk birina DAIŞ’ê hemû tişt pêşkeş kirin. Vê berxwedana ciwanên kurd jî li hemû welatiyên rojavayî deng veda, bandor kir û hişt ku ciwanên van welatan jî berê xwe bidin nava refên şervanên kurd. Vê jî dilê kurdan ê mezin ku pêşwaziya her kesî kirin bo DAIŞ ji holê rabe da xuyakirin.

Bi taybet em werin ser tevgera Fransayê di mijara nêzbûna ji kurdan re û siyaseta ku ew dixwazin dostaniyê li gel kurdan bikin. Kurdan jî ev nêzbûn bi dilxweşî pêşwazî kir û berdevk û rêveberên kurd li nava qesra Elîzê hatin pêşwazîkirin. Serokê Fransayê yê wê demê derket û çend cara pesnê kurdan û qehremaniya wan da û dîsa serokê Fransayê yê vê demê Macron jî qala deyndariya cîhanê li hember kurdan kir. Ev yek jî hinekî bi mijara insanî ve girêdayî bû, ne mijara berjiwendiyên aborî.

Erê rast e kurdan ji bo xwe şerê DAIŞ’ê kir û heta niha jî dikin. Lê Ewropa jî di serî de Fransa wan jî ji bo xwe destek dan kurdan. Lê dema ku ev hêza ku DAIŞ têk dibir rastî êrîşa hevkarên NATO ango dewleta tirk hat, van welatan destekek nedan gelê kurd. Bi taybet Fransa hinekî bertek nîşan dan, lê Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî hat dagirkirin. Di vê dagirkeriyê de her çiqasî bibêjin ku ew ne pê re bûn, lê me tu dijberiyeke cidî jî nedît.

Ji ber van helwestên Fransa li hember êrîşkariya dewleta tirk ser kurdan, hinekî rûyê dostaniyeke baş dixuya û kurdan rêz ji vê helwestê re girt. Bo hevkariyeke baş û rast saz bikin jî şandeyan pêşwazî dikin, serdana vî welatî dikin û dixwazin ew hîn baştir berjiwendiyên hev biparêzin. Lê carekê de kurdan rûyekî din ê Fransayê dîtin ku êrîş li ser navendên wan û hin cihan çêbû. Vê yekê hinekî hişt ku kurd li siyaseta Fransayê ya li hember xwe re careke din lê vegerin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv