JI FERMANDARIYA YPJ’Ê JIYAN TOLHILDAN:
OPERASYONA LI KAMPA HOLÊ HATIYE DESTPÊKIRIN JI OPERASYONÊN BERÊ CUDATIR BÛ
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28’ê Adarê de li kampa Holê li dijî şaneyên DAIŞ dest bi Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin.
Operasyona ku bi desteka QSD, YPG û YPJ’ê hat destpêkirin de ji sedî zêdetir endamên DAIŞ’ê hatin girtin û gelek alavên eskerî hatin bi destxistin.
Di 2’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku merheleya yekemîn ya operasyonê bi awayekî serkeftî dawî bûye.
Hêzên Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de ragihandin ku wê têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ bê navber dewam bike.
Di vê çarçoveya de Yekîneyên Antî Terorê li kampa Holê avêtin ser gelek noqteyan û 9 çeteyên DAÎŞ’ê girtin.
Li ser pêşveçûna operasyonê û rewşa kampa Holê ji fermandariya YPJ Jiyan Tolhiltan jî ji ajansa ANHA’yê re axivî.
Jiyan Tolhildan bal kişand ser girîngiya operasyonê.
Fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan da zanîn ku divê hemû hêzên navnetewî li gor berpirsyarên xwe rabin.
Jiyan Tolhildan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser qonaxa yekem ya operasyona Ewlehiyê û Mirovahiyê.