Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Mîthat Sancar: HDP wê di her şert û mercan de tevlî hilbijartinan bibe 04.04.2021

 

HEWLDANÊN JI BO GIRTINA HDP’Ê
MÎTHAT SANCAR:’HDP WÊ DI HER ŞERT Û MERCAN DE TEVLÎ HILBIJARTINAN BIBE’

Hevserokê HDP Mithat Sancar bi bernameyeke televizyonên tirkî de behsa zextên li ser partiya xwe û şertên tevlîbûna hilbiajrtinan kir.

Sancar pêşî derheqê girtina parlementerê wan Ömer Faruk Gergerlioğlu de aixivî û got:

“Gergerlioğlu di berxwedana xwe de, helwesteke li gorî partiya me nîşanda. Hukumet li hemberî wî ket panikê bêçare ma. Gergerlioğlu tim mafên mirovan û heqîqet parast, wijdana mirovan xist nava tevgerê. Vê yekê jî hukumet aciz kir.”

Sancar da xuya kirin AKP ji bo desthilatdariya xwe bidomîne wê her rêyî biceribîne, ji niha ve, HDP ne tê de, bi partiyên muxalif re ketiye nava bazarriyê.

Derheqê hewldanên ji bo girtina HDPê de jî Sancar wiha axivî:

“Emê di her şert û mercan de tevlî hilbiajrtinan bibin. Paritya me di deqa dawî de were girtin jî hêza me heye ku em bi rêyeke alternatif tevlî hilbijartinan bibin û giranaiya xwe ya siyasî nişan bidin. Bila gel ji me piştrast be. Em hilbijartinên pêşwext dixwazin.”

Mithat Sancar sistema siyasî ya li Tirkiyê jî rexne kir û got: Rejima ku girêdayî yek kesî be, huquq û demokrasiyê ji holê radike, civakê xizan dike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv