Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Gelê kurd ên li derveyi welat 4’ê Nîsanê bi çalakiyan pîroz kirin 04.04.2021

 

4’Ê NÎSANÊ ROJBÛNA RÊBER APO
GELÊ KURD ÊN LI DERVEYÎ WELAT BI ÇALAKIYAN PÎROZ KIRIN

Kurdistaniyên li derveyî welat 4’ê Nisanê Rojbûna Rêber Apo bi coşekê mezin pîroz dikin.

Li bajarê Elmanya bi pêşengtiya pêkhateyen jinan bi şîara “Ji rêber Apo re azadî” tûra bisikletan lidarxistin.

Li herema Stavrapol a Rûsya yê jî bi çandina şitlen daran rojbûna Rêber Apo hate pîroz kirin.

Li kolanên bajarê Cenevre yê Swîsreye jî Aktîvîstên TÊKO-JIN bi kincên xwe yên gelêrî li defê dan û 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.

Ciwanan li defê dan, stran gotin û govend gerandin.

Bi pêşêngiya Meclîsa Jin a Berçem ya bajarê Gîessen Elmanyayê kurdistani bi çalakiyekê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo pîrozkirin.

Kurdistaniyan bi meşê dest bi çalakiya xwe kirin.

Meş paşê veguherî mîtînge.

Di mîtîngê de hate gotin divê em bêtir xwedî li Rêber Apo derkevin.

72. Rojbûna Rêber Apo li bajarên din Elmanya Hambûrg û Hannoverê jî hate pîroz kirin.

Li bajarê Hannoverê bi organizekirina Meclîsa jinan a Ronahî ve rojbûna Rêber Apo bi çalakiyekê hate pîroz kirin.

Di axaftinên di çalakiye de hatin kirin de hat destnîşankirin ku, Rêber Apo di serî jin ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn sembolê azadiye ye.

Piştî axaftinan hunermendan stran gotin û beşdaran jî govend gerandin.

Ev der jî Hamburg e..

Ciwanên Kurd bi coşekê mezin rojbûna Rêber Apo pîroz kirin.

Ciwanan tura bisîkletan lidarxistin.

Gelek ciwan beşdarî tura bisiklete bûn.

Rojbûna 72’an a Rêber Apo li paytexta Swêd Stockholmê jî bi kombûneke girseyî hate pîrozkirin.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal bi rêya Zoomê tevlî ahengê bû.

Remzî Kartal destpêkê rojbûna Rêber Apo li beşdaran û gelê Kurd pîroz kir û got, Îro ji bo gelê Kurd li her devera cîhan û tevayî Kurdistanê rojek gelek dîrokî ye.

Rojbûna Kurdê azad e û rojbûna jin a azad e.

Piştî axaftinan koma govendê û hunermendên TEV-ÇAND’ê huneren xwe pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv