PARÊZERÊ JI BAŞÛRÊ WELAT KARWAN FAZÎL:
LAZIM E RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ JI BO RÊBER APO BIKEVIN TEVGERÊ
Parêzer Karwan Fazîl diyar kir ku ti rêziknameyeke navnetewî nîne ku piştrast bike ku malbat û parêzer nikarin li gel girtiyan hevdîtinê bikin.
Fazîl anî ziman ku erka rêxistinên navnetewî ye ku kar li ser rewşa Rêber Ocalan bikin.
Parêzer Karwan Fazil axaftina xwe wiha domand:
Heta ji bo girtiyên asayî jî nabe pêşî li hevdîtina li gel wan were girtin û têkiliya wan ji cîhana derve were qutkirin.
Erka Rêxistina Xaca Sor a navnetewî ye ku ji silametiya hemû girtiyan piştrast be û çavdêriya rewşa wan bike.
Divê rêxistinên navneteweyî li ser vê mijarê raporan amade bikin û bigihînin aliyên peywendîdar û Netewên Yekbûyî.