ÊZIDÎ VEDIGERIN WARÊN XWE
DI ÇEND ROJÊN DAWÎ DE ZÊDETIRÎ 20 MALBAT VEGERIYAN ŞENGALÊ
Êzidiyên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê ji neçarî koç kiribûn vedigerin warên xwe.
Li vê dema ku gefên hukûmeta Iraqê li ser Şengalê zêde bûne, vegera Êzidiyan ji bo Şengalê bi wateye.
Êzidiyên vedigerin ji aliyê komîteya pêşwazîkirina koçberan a Rêveberiya Xweser ve tên pêşwazîrkirin.
Tevî tehdît û gefên hukûmeta Iraqê yên li ser Şangalê jî, Êzidiyên ji ber êrişên DAIŞ’ê ji neçarî koç kiribûn kom bi kom vedigerin warê bavûkalan.
Li gorî agahiyên Komîteya Pêşwazîkirina Koçberan a Rêveberiya Xweser parvekirî, di nava çend rojên dawî de zêdetirî 20 malbat Êzidî vegeriyane Şengalê.
Komîteyê ragihand ku malbatên ji kampa Kepertodû ya Dihokê hatine, li navenda Şengalê, nahiya Sinûnê û bajaroka Xanesorê bicîh bûne.
Ji malbatên li bajarokê Xanesorê bicîh bûne welatiyê bi navê Xelef Dexîl li ser vegera xwe ji ajansa Rojnewsê re axifî.
Xelef Dexîl got, ji bo Êzidiyan li derveyî Şengalê cihekî bi ewlê nîne û bang li Êzidiyên li kampan dimînin kir ku ew jî vegerin warên xwe.