LI EFRÎNÊ TALANA XWEZAYÊ
ÇETEYÊN DEWLETA TIRK 380 DARÊN ZEYTÛNA BIRÎN
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên dagirkirî her roj zirarê didn xweza û berhemên welatiyan.
Li gor çavkaniyên herêmê çeteyên dewleta tirk li herêma Efrînê xwezayê talan dikin.
Çeteyên bi navê Sultan Murad li gundê Meydankê ê ser bi Şera li herêmê bi taybetî zirarê didin bax û bexçeyan û darên zeytûnen.
Çavkanî radigihînin ku çeteyên dewleta tirk ên li herêmê bicîh bûne herî dawî 380 darên zeytûnan birrîne.
Ji herêmê tê ragihandin ku ji darên hatine birîn 180 jê yên welatiyê bi navê Mihemed Ehmet û 200 dar jî yê Malbata Abdulqadir in.
Beriya niha jî çeteyên girêdayî dewleta tirk li gund û navçeyên Efrînê bi hezara darên zeytûna birrîbûn.
Li herêmê birrîna daran, ji aliyên saziyên navnetewî ve wek sûcê talankirina xwezayê hatibû binavkirin.