RAPORA AMERÎKA TÊKILDARÎ TIRKIYÊ
JI TÎRMEHA SALA 2016’AN VE SIYASETÊN ZEXTÊ DEWAM DIKIN
Wezareta Karê Derve a Amerîkayê rapora mafê mirova a sala 2020’an têkildarî Tirkiyê eşkere kir..
Di raporê de tê gortin ji tîrmeha sala 2016’an ve binpêkirina mafan û siyasetên zextê li Tirkiyê dewam dikin û wiha dewam dike:
Di nava 4 salên derbasbûyî de 60 hezar polîs, esker û 125 hezar karmend ji kar hatin dûrxistin.
Derdora 90 hezar welatî hatin binçavkirin û gelek kes bi terorîzmê hatin tewanbarkirin..
Wezaretê diyar kir ku di şerê li dijî PKK’ê de sivîl têne kuştin, mirov bi awayên keyfî têne girtin, wendakirin û êşkence li wa tê kirin.
Di raporê de tê bibîr xistin ku desthilatdarî zextên mezin li ser dadgeriyê dike û têkildarî rewşa ev xal hatine bicihkirin:
Gef li dadgeran tê xwarin, erkdarkirina keyfê zêde bûye û bi vî awayî bandoreke mezin li serxwebûna dadgeriyê hatiye kirin.
Wekî din dewleta Tirk biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî bicih nayîne û berovajî berpirsiyariyên xwe tevdigere.
Derbarê rewşa azadiya ramanê jî ev xal di raporê de hatine bicihkirin:
Ji sala 2016’an ve 119 dezgehên ragihandine hatin girtin.
Înternet tê astengkirin û zextên li ser medya civakî jî zêde bûne.
Wezareta Karê Derve a Amerîkayê radighîne ku di pêvajoya rewşa awarte de bêtirî 7 hezar akademîsyen ji kar hatin dûrxistin.
Di mijara azadiya mafê xwepêşandanan de jî wiha tê gotin:
Hukûmeta Tirk di bin navê zerarê didin ewlekariyê, xwepêşandanan qedexe dike û ji bo pêşî li çalakiyên gel bigrin, polîs êrişên tûnd bikar tîne.
Di raporê de zextên li ser partiyên siyasî û betalkirina parlementeriya hin siyasetvan jî wiha hatiye bicihkirin:
Di vî warî de herî zêde zext li partiyên HDP’ê û DBP têne kirin.
Piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2019’an ji sedî 81’ê şaredarên HDP’yî ji kar hatin dûrxistin.
Di nava 4 salên derbasbûyî de hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahettîn Demîrtaş jî di nav de gelek rêveberên partiyê hatine girtin û hê jî di zindanê de ne.