Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Xelîlê Çiyayi: ‘Ez li van çiyan, ji hevalan carekê ji dûr neketim’ 01.04.2021

 

XELÎLÊ ÇIYAYÎ
‘EZ LI VAN ÇIYAN, JI HEVALAN CAREKÊ JÎ DÛR NEKETIM’

Xelîl Uysal bi navê ku wî dixwest pê bê bankirin, Xelîl Dag, yanî xelîlê Çiyê.

Sala 1973’an li Izmîrê ji dayîk dibe.

Bavê wî ji Izmîrê û dayîka wî ji Agiriyê ye.

Jiyana wî ya ku li Izmîrê destpê dike, di 1ê nîsana 2008an bi dawî dibe.

Tarixeke balkêşe, lewra Xelîl Dag di tarixa şehadeta xwe de yanî roja 1ê nîsanê tevlî tevgera azadiyê dibe.

Sala 1995an wekî alîkarê Kameramanê elman ku dixwest bi Rêber Apo re hevpeyvînekê çêke, diçe Şamê.

Wê demê têkiliya wî ya bi tevgera azadiyê re derbasî qonaxek nû dibe.

Xelîl ji wir jî weke nûçegihan derbasî çiyayên kurdistanê bû.

Û careke din dev ji çiyayên kurdistanê berneda..

Ji dema ku tevlî gerîla bû û şûnde mekîneya wênekeşiyê, kamera û pênûsa wî bû çekên wî yên herî bi bandor.

Bi makîneya xwe her liv û tevgera şer kişand û şahidiya xwe ya lehengiyê û neheqiyê bi herkesî re parve dikir.

Ken û Rugeşiya gerilla ji aliyê wî ve hatin qeyd kirin.

Bihara çiyayên Kurdistanê, dijwariya zivistanê, heybeta wan çiyayên bilind ku gerillayên Kurdistanê dihewîne dîsa bi xêra wî hatin kişandin.

Xelîl di jiyana xwe ya kin de, bi hezaran rupel nivîsandin, wêne kişandin, berhemên bi dimen û di nava şertên dijwar yên li çiyê de filmên sinema kişandin.

Wî gerilla weke zarokên herî bedew û leheng yên gelê kurd didît.

Ew gihiştibû wê baweriyê ku divê qeydên jiyana gerilla bi her aliyên xwe bikeve dîrokê..

Herî zêde navê Xelîl piştî filma Bêrîtan hat bihîstin.

Lê wî di temenê xwe yê kurt û têr û tijî de 6 kurte film bi cih kirin.

Hemû filmên xwe li çiyayên kurdistanê kişandin.

Xelîl Dag sala 1999an li gel hûnermend Hozan Serhad diçe herêma Botanê.

Hezkirin û Girêdana wî ya ji bo bakûrê Kurdistanê di vê qonaxê de zêde dibe.

Dema ji bo belgefilma ji Botanê destpê bike û li Agiriyê bi dawî bibe, careke din diçe bakûrê kurdistanê, rêwîtiya xwe bi van gotinan tîne ziman;

”Min dest bi rêwîtiyekê kir, ger ez vê rêwîtiya xwe bi dawî nekim jî, qet nebe weke moriya di rêya kabeyê de, dikarim bibêjin, “eger negêjim hedefa xwe jî qet nebe di rêya wî de dimirin”

Xelîl Dag 1’ê Nîsana 2008’an de li Botanê dikeve kemîna artêşa Tirk û jiyana xwe ji dest dide.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv