Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Nazim Daştan: Rûsya Idlibê dixwaze 01.04.2021

 

RÛSYA IDLIBÊ DIXWAZE
NAZIM DAŞTAN / AJANSA MEZOPOTAMYA

Derbarê şerê navxweyî yê Sûriyeyê de niha hemû çav li polîtîkayên Serokê Amerîkayê yê nû Joe Biden e. Wisa xuyaye wê Amerîka heya meha Hezîranê helwesta xwe nede der, lê belê Rûsya jî dixwaze heya wê çaxê qada xwe ya serweriyê berfirehtir bike û ji bo vê bi lez û bez tevdigere. Rûsya, ewilî dixwaze komên li Îdlibê yên di bin banê Tirkiyê de teng bike û ji bo vê zend û bend badane. Tirkiye jî dixwaze hêza xwe ya li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê biparêze û hîn bêtir mudaxeleyî qadên jiyanê yên kurdan bike.

Rûsya, dixwaze berî ku Amerîka dest bi pêngava xwe bike, Îdlibê radestî rejîmê bike û ji bo vê jî dixwaze “sivîlan” derxe. Di vê çarçoveyê de wê û Tirkiye li hev kiriye ku deriyên Miznez û Ebû Zandînê bên vekirin. Ji bo vê salek berê li hev kiribûn, lê belê Tirkiye hîn jî partnerên xwe yên li Îdlibê diparêze.

Her wiha yek ji partnerên Tirkiyeyê Heyet El Tahrîr El Şam ku berdewamiya El Qaîdeyê ye, dizane gava “sivîl” bên derxistin wê bibe hedef. Ji ber ku peyman bi derengî ketiye, di demên dawî de Rûsya jî li deverên nêzî sînorê Tirkiyeyê û li herêma Mertala Firatê hem ji erdê hem jî ji hewayê ve bera van hêzên navborî dide.

Tirkiye, ne li ber çavê raya giştî lê li paş perdeyan radigihîne ku naxwaze sivîl bên. Rûsya û rejîm hay ji vê astengiyê hene. Tirkiye ji bo vekirina deriyan ewilî îşaret bi 13’ê Çileyê, bi dû re bi 22’ê Sibatê û paşê jî bi 25’ê Adarê kiribû. Lê belê hîn jî ji bo vê ti gav neavêtine. Navenda Lihevkirina Alîgiran a Rûsyayê ya li Sûriyeyê, di 24’ê Adarê de daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû ku derî hatine vekirin, lê belê komên çekdar barîkat danîne û sivîlan asteng dikin.

Wer xuya ye ku lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê zehmet e û nîqaş hene. Tirkiye, dixwaze xwe nêzî Amerîka bike û bi hêza NATO’yê li van deveran bi temamî bimîne. Tew heger karibe destûrê bistîne, çavê wê li dagirkirina Kobanî, Minbic û Eyn Îsayê ye jî. Lê belê heya niha Amerîkayê ti sinyal nedane.

Têkiliyên Amerîka yên di ser Koalîsyona Navneteweyî re bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re tên danîn jî, wekî peyameke ji bo Rûsya û Tirkiyeyê tê şîrovekirin.

QSD jî ji aliyekî ve li herêma Hesekê li hemberî DAIŞ’ê operasyonan li dar dixe, li aliyê din jî li hemberî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Eyn Îsayê li ber xwe dide. Li Sûriyeyê gelek alî diyar dikin ku gava Tirkiye ji herêmê derkeve û welatiyên koçber bûne vegerin wê çareserî pêk bê.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv