ENDAMÊ YEKÎTIYA PARLEMENTERÊN KURDISTANÊ KERÎM BEHRÎ:
EM PKK WEK XETA SEREKE YA TEVGERA RIZGARÎXWAZ A NETEWA KURD DIBÎNÎN
Di meha Sibatê de 77 rewşenbîr û siyasetvanên Başûrê Kurdistanê ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin daxuyaniyeke hevbeş dabûn.
Di daxuyaniyê de hatibû eşkere kirin ku wan li ser mijarê nameyek ji serokên Brîtanya, Firansa û Amerîkayê re şandiye.
Yek ji kesên îmza xwe daniye ser daxuyaniyê, nivîskar û endamê Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê Kerîm Behrî Biradostî li ser mijarê axivî.
Behrî dibêje Rêber APO di pêkanîna aştiya herêmê de dikare bibe xwedî roleke.
Behrî destnîşan dike ku hêzên navnetewî bi destwerdana dewleta tirk PKK’ê wek rêxistinek terorîst dibînin.
Kerîm Behrî dide zanîn ku nameya wan gihiştiye ber destê serokên her sê welatan û ew li benda bersiva wan in.