HEVDÎTINA SERÇETE HERÎRÎ BI MESUT BARZANÎ RE
PYNK: HERÎRÎ LI HEWLÊRÊ PÎLANÊN QIRKIRINÊ EŞKERE KIR
Bermayiyê çeteyên DAIŞ’ê û serçeteyê dagirkerina Efrîn, Serêkanî û Girê Spiyê Nasir Herîrî tevî şandeyekê berî çend rojan çû Hewlêrê.
Serçete Herîrî û şandeya wî, li Hewlêrê bi kêfweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin.
Rêveberên ENSK’ê bi wê şandeya berpirsên dagirkeran û sûcdarên kuştina bi hezaran Kurdan, tecawizkarên bi sedan jinên Kurd û talankaran re civiyan.
Herîrî ji aliyê serokê PDK’ê Mesût Barzanî ve jî bi germî hat pêşwazîkirin.
Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî der barê hevdîtina Mesut Barzanî û serçete herîrî de daxuyanî da.
PYNK tîne ziman ku Herîrî li Hewlêrê planên dijminahî bi kurdan re û qirkirina kurdan eşkere kirin û dibêje:
“Herîrî bi vê yekê teqez kir ku ENKS, PDK û serokê PDK’ê Mesût Barzanî hevkarên van pîlanên wî ne.”
PYNK bang li temamiya sazî û dezgeh, rêxistin û pêkhateyên welat dike ku li dijî vê komployê helwesteke tund nîşan bidin.
HEVDÎTINA SERÇETE HERÎRÎ BI MESUT BARZANÎ RE
NADINE MAIZA: HERÎRÎ QATILÊ HEVRÎN XELEF E, EV HEVDÎTIN ŞERM E
Endama Komseriya Azadiya Olan a Navnetewî ya Amerîkayê Nadine Mainza jî bi tweetekê nerazîbûn nîşan da.
Mainza di tweeta xwe de got:
“Nasir Herîrî nûnerê terorîstan û qatilê şehîd Hevrîn Xelef ê bi navê Hatim Ebû Şeqra, niha li Herêma Kurdistanê ye û bi Mesûd Barzanî re dicive. Ev yek xeter û şerm e.”