Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Îro salvegera raperîna Başûrê Kurdistanê ye 05.03.2021

 

SALVEGERA RAPERÎNA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
HÊZÊN BAŞÛR LI GORÎ RIHÊ RAPERÎNÊ TEVNEGERIYAN

Rejîma Baasê li bin deshilatiya dîktator û kujer Sadam Huseyîn, ji sala 1979″an û pê ve Başûrê Kurdistanê veguherand warê komkujiyan.

Bi sed hezaran Kurd kuştin û zilm û hovîtiya bi her awayî pêk anîn.

Gelê navçeya Ranya ya Silêmanî bi guleya yekemîn a Elî Nebî 5’ê adara 1991’an li dijî rejîma Baas rabû serhildanê û çirûska Raperînê pê xist.

Gelê Ranyayê di nava çend saetan de navçe û derdora wê ji hêzên rejîma Baas rizgar kirin.

Pişt re jî raperîn derbasî navçe û bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bû.

20’ê adarê bi rizgarkirina Kerkukê, raperîn gihişt encamê.

Lê çend roj pişt re rejîma Baasê bi hemû hêza xwe careke din êriş kir.

Bi hezaran kes neçar man koçî Bakur û Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Ji ber hovîtiya rejîma Baasê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî, herêma xeta 36’mîn a û pêve, ji artêşa Iraqê re hate qedexekirin.

Hêzên Başûr ên dema raperînê li derve bûn, vegeriyan û bûn desthilatdarên herêmê.

PDKê aliyê Hewlêr û Duhok, YNK’ê jî Silêmanî û derdora wê bi rêve birin.

Lê mixabin her 2 hêz jî li gorî rihê raperînê tevnegeriyan.

Ji bo azadiya fikr û ramenê, dadperwerî, maf û daxwazên netewî ti tişt nekirin.

Tenê li berjewendiyên xwe yên hizbî fikirîn û li gorî wê tevgeriyan.

Hukumeta Başûr û bi taybetî PDK’ê axa welêt ji dagirkerên Tirk re vekir.

Tê îdîakirin ku PDK’ê di ser de jî Elî Nebî yê guleya yekemîn a raperînê avêt da kuştin.

Çavkaniyên serxak û binax pêşkeşî Tirkiye û hêzên derve kirin.

Deskeftên gel pêşkeşî Tirkiyê dike.

Ji ber vê jî krîza aborî kûr dibe, hejmara bekaran zêde dibe.

Dema xelk nerazîbûn nîşan dide jî, hêzên PDKê bi bahaneyên cûr be cûr êrişî wan dikin û bi taybetî ciwanan diavêjin zindanan.

Di serî de gelê Ranya, tevahiya Başûr gelek caran berê xwe didin kolanan û ji hêzên siyasî yên herêmê dixwazin li gorî rihê raperîn û şehîdan tevbigerin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv