8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
KCDK-E: TÊKOŞÎNA JINAN RÊJÎMA AKP-MHP’Ê DITIRSÎNE
8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jinên Kurd wê li seranserî Ewrûpayê li qadan bin.
Jin wê bi Pêngava “Li Dijî Qirkirina Jinê, Dema Parastina Jin û Civaka Azad e” dakevin qadan.
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê jî ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de têkoşerî, şoreşgerî û pêşengiya jina Kurd a li dijî faşîzm, şidet û dagirkeriyê tê destnîşankirin û wiha tê gotin:
Bi milyonan jin bi slogana “Jin Jiyan Azadî” bersivê didin rêjîma faşîst a AKP-MHPê.
Ji ber vê yekê têkoşîna jinan a azadî û wekheviyê, vê rêjîmê ditirsîne.
Di daxuyaniyê de bang li jinan û gelê Kurd tê kirin, ku bi awayekî xurt beşdarî çalakiyên 8’ê Adarê yên li Ewrûpayê bibin.
Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewrûpayê-AVEG-KONê jî bi daxuyaniyekê banga beşdariya li çalakiyên 8’ê Adarê li her kesî kir.
8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
8’Ê ADARÊ LI EWRÛPAYÊ ROJA GREVA FEMÎNÎST A JINAN E
8’ê Adarê wê seranserî qadên Ewrûpayê bi reng û dengên jinan bixemilin.
Sendîka û tevgerên feminîst ên li Ewrûpayê, wê bi dehhezaran jin greva giştî wê rojê li dar bixin û li qadan bin.
Jinên Kurd jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê wê beşdarî çalakiyên Greva Femînist a Jinan bin.