Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Bi minasebeta 8’ê Adarê li Edene, Mêrsînê û Enqerê jinan şahî li darxistin 04.02.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI ŞIRNEXÊ PAKÎZE, SÊVÊ Û FATMA LI SER GORÊN XWE HATIN BIBÎRANÎN

Li herêma Botanê jin ev bi rojan e amadekariyên çalakiyên 8’ê Adarê dikin.

Li Şirnexê jin çûn goristana Baxçelîevlerê û gorên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ziyaret kirin.

Jinan li goristanê qerenfîl danîn ser gorên hersê şehîdan û ew bibîr anîn.

Aktivîsta TJA’yê Emîne Înan diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên têkoşîna jinên têkoşer bin.

Paşê jinan berê xwe nava bajêr û esnafên jin qerenfîl belavkirin.

Li navçeyên Şirnexê Hezex, Silopya û Cizîrê jî jinan şahî li dar xist.

Û bi belavkirina qerenfîlan jin vexwendin çalakiyên 8’ê Adarê.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI MÊRDÎN Û AMEDÊ JIN LI QADAN BÛN

Li nançeya Amedê Çinarê jî jin di şahiyekê de hatin cem hev û 8ê Adarê pîrozkirin.

Di şahiyê de parlementera HDP’ê Remziye Tosun axaftinek kir.

Li navçeya Mêrdînê jî jinan starta çalakiyên xwe dane.

Rêveberên TJA, DBP û HDP li gundên navçeyê geriyan û qerenfîl li jinan belav kirin.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI EDENE, MÊRSÎNÊ Û ENQERÊ JINAN ŞAHÎ LI DAR XISTIN

Bi pêşengiya meclîsa jinan a HDP’ê li navçeya Edenê Seyhanê jî şahiya 8ê Adarê hat lidarxistin.

Parlementera HDP’ê Tulay Hatîmogullari di şahiyê de axivî û qala têkoşîna jinan a li dijî faşîzmê kir.

Piştî axaftinan koma şehîd Azad hûner xwe pêşkêş kir.

Li avahiya HDP’ê ya li navçeya Mêrsînê Tarsûsê jî dîwana dêngbêjan li darxist.

Endama Meclîsa HDP’ê Seher Kadîroglû di bernameyê de axivî û bal kişand ser tecrîda li dijî rêber APO.

Jinên dengbêj piştî axaftinan derketin ser dike û kilam gotin.

Li Enqerê jî endamên jin ên tenduristiyê çalakiyek li darxistin.

Di çalakiyê de pirsgirêk û daxwazên jinan hatin nîqaşkirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv