Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Li Başûrê Kurdistanê jinan ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ji niha ve berê xwe dan qadan 04.03.2021

 

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JINAN JI NIHA VE BERÊ XWE DA QADAN

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wê li seranserê Başûrê Kurdistanê çalakî werin lidarxistin..

Lê ji niha de jin li qadan e..

Li Silêmanî û Ranyayê jinan qerenfîl hatin belavkirin û ew vexwendin qadên 8’ê Adarê.

6’ê Adarê jî wê jinên Kurd, Ereb, Îranî, Efganî, konferansekê bi riya online lidar bixin.

Konferans li gorî saeta Başûrê Kurdistanê saet 20’an destpê bike.

Li Şengalê jî, 8’ê Adarê bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê plansaziya çalakiyên li Şengalê eşkere kir û banga beşdariyeke xurt li çalakiyan kir.

Li Wargeha Penaberan a şehîd Rûsten Cûdî Mexmûrê jî roja 8’ê Adarê bi bernameyeke dewlemend tê pîrozkirin.

Meclîsa jinan a Îştarê banga tevlîbûna çalakiyan li jinan kir.

8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
JINAN TEVÎ ZEXTAN JÎ PEYAMA XWE YA 8’Ê ADARÊ DAN

Jinên Rojhilatê Kurdistan jî tevî hemû zextên rejîma Îranê peyama 8’ê Adarê dan.

Peyam bi zimanê kurdî û Farisî hate xwendin.

Di peyamê de bang li jinan tê kirin ku ji bo azadiya xwe têkoşînê mezin bikin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv