LI ÎRANÊ KUŞTINA BI DARDEKIRIN Û ÊŞKENCEYÊ
ÎRAN 3 GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN EREB BIDAR VE KIRIN
Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Ehwaz, 3 girtiyên siyasî yên Ereb, Casim Heyderî, Hisên Sîlawî û Elî Xesrecî hatin darvekirin.
Her sê girtî, bi şerê çekdarî yê li dijî rejîmê dihatin sûcbarkirin.
Rêxistina mafê mirov ragihand, girtiyekî din ê bi navê Nasir Xefaciyan jî, bi êşkenceyê hatiye kuştin.
Di vê navberê de, ragihandina fermî ya Îranê, kesên hatine darvekirin weke êrişkarên navendeke polîsan pênase kirin.