FERMANA 3’YÊ TEBAXÊ
PALEMENTA IRAQÊ FERMANA ÊZDIYAN WEKE QIRKIRIN QEBÛL KIR
Parlamentoya Iraqê, pêşniyarqanûna ku ji bo qebûlkirina sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinan û zarokên êzidî û kêmarên olî weke qirkirineke komî, qebûl kir.
Li gorî qanûnê; wê tazmînat ji jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û hatine rizgakirin re bê dayîn.
Serokkomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, têkildarî qebûlkirina pêşniyarqanûnê daxuyanî dan û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Berhem Salih, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyand ku erêkirina parlamentoyê ji bo qurbaniyên hovîtiya sûcên DAIŞ`ê serkeftinek e û got:
“Divê xebatên ji bo naskirina çarenûsa windakiriyan û însafkirina qurbaniyan berdewam bikin û hesab ji sûcdaran were xwestin.”