Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

DAIŞ li Enqerê zarokên Êzidî difiroşe 02.03.2021

 

DAIŞ LI ENQERÊ ZAROKAN DIFROŞE
ZAROKA ÊZIDÎ WÊ LI SER ÎNTERNETÊ BIHATA FIROTIN

Li paytexta Tirkiyê Enqerê çeteyên DAIŞ’ê bi tora înternetê hewl dan zarokeke Êzidî bifroşin.

Polîsan heftiya bihurî li navça navendî ya Enqerê Keçîorenê bi ser malekê de girt.

Mal navendeke çeteyên DAIŞê bû. Û van çeteyan li Enqerê dikirin ku bi rêya înternetê zarokeke 7 salî ya êzidî bifroşin.

Di serdegirtinê de çete hatine binçavkirin û zarok jî hatiye xilaskirin.

Lê aqûbeta zaroka hatî xelaskirin ne diyar e.

Rojnameya Gazete Duvar ragihand ku polîsan zarok teslîmî rayedarên wezareta polîtîkayên malbat û zarokan kiriye.

Li gorî saloxan malbata zarokê hê nehatiya tesbîtkirin û ji bo nasnama wê were tesbîtkirin wêneyê wê ji bo Komîsyona Dîtina Êzdiyên Winda ya li hewlêr û Duhokê re hatiye şandin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv