PIŞTGIRIYA NAVNETEWEYÎ JI BO HDP’Ê ZÊDE DIBE
LI HOLLANDA, ALMANYA Û MISIRÊ PARTIYAN DESTEK DA HDP’Ê
Li Holandayê parlementera partiya Sosyalîst Sadet Karabulut bi pêşniyar-pirsekê bal kişand ser zext û êrişên li ser HDP’ê.
Sadet Karabulut piştî şermezarkirina êrişan û diyarkirina piştgiriya partiya xwe ji bo HDP’ê, ji parlemenên Ewrûpa û Holandayê xwest li dijî êrişan bikevin nava tevgerê.
Partiya Çep a Alman jî êrişên li dijî HDP’ê şermezar kirin û piştigriya xwe anîn ziman.
Piştgiriyeke din jî ji rojhilata Navîn hat.
Li Misirê Partiya Îtîfaqa Sosyalîst a Gel bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo HDP’ê eşkere kir..
Partiya Îtîfaqa Sosyalîst a Gel di daxuyaniyê de dibêje HDP ne tenê ye û ewê piştgiriya xwe ya ji bo wê zêde bikin.