KAMPANYA JI BO AZADIYA RÊBER APO
ÎNSIYATÎFA EREBÎ YA AZADIYA OCALAN ROJ BI ROJ BERFIREH DIBE
Komek rewşenbîrên misrî û ereb di salvegera 22`yan a Komploya 15’ê Sibatê ji bo azadiya Rêber Apo însiyatîfek ava kir.
Ev însiyatîf di asta cîhanî de ji bo azadiya Rêber Apo îmzeyan kom dike.
Însiyatîf bang li Netewên Yekbûyî dike ku ji bo serbestiya Rêber Apo bikeve nav liv û tevgerê.
Der barê xebatên însiyatîfê de, nivîskar û rojnamevanên Iraqî Elî Nacî agahî dan ajansa Hawarê ANHA’yê.
Alî Nacî li Parîsê dimîne û ji bo biserxistina armanca însiyatîfê dixebite.
Elî Necî diyar kir ku armanca wan azadiya Rêber Apo ye û got:
Çapemenî û raya giştî ya erebî û cîhanê nizanin ku rejîma Tirk Abdullah Ocalan kiriye odayekê.
Her wiha haya wan jê tune ku dewleta Tirk gelek rêbazên îşkenceyê yên din ên kirêt li dijî wî pêk tîne.
Elî Necî destnîşan kir ku însiyatîf wê pozbilindiya dewleta Tirk a li hemberî Rêber Apo û hemû azadîxwazên di girtîgehên Tirkiyê de ne, bişkîne:
Asta piştevaniya ji bo însiyatîfê û tevlibûna wê roj bi roj zêdetir dibe.
Heta rewşenbîrên ku doza Ocalan nas nedikirin jî îro dewa azadiya wî dikin.
Vê Însiyatîfê asta neheqiya ku li dijî Abdullah Ocalan tê kirin bi wan da nasandin.
Însiyatîf teqez wê di rakirina vê neheqiyê de jî bibe xwedî rolek mezin.