8’Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
LI QAMIŞLOYÊ 6’Ê MÎHRÎCANA WÊJE Û HUNERA JINAN DESTPÊ KIR
Di çarçova çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li rojavayê welat jî çalakiyên cihêreng tên lidarxistin.
Yek ji van çalakiyan jî 6’emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinan e, bi diruşma “Jin ruhê çandê nûjen dike hat lidarxistin.
Mîhrîcan ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo hat çêkirin.
Di roja yekê ya mihrîcanê de jinan di pêşengehekê de berhemên xwe yên keda destan nîşandan.
Endama rêveber a Komîteya Çand û Hunerê ya Hesekê, Efaf Heskî diyar kir ku armanca wan ew e reng, deng, çanda jinan a bi ruhê têkoşîn û berxwedanê dagirtî ye, derxin pêş.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê jî mîhrîcan li hemû jinan pîroz kir.
Di çarçoveya mihrîcanê de gelek komên govendê jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.