KAMPANYA “DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ”
RÊVEBERIYA YNK’Ê: JI BO BISERXISTINA KAMPANYAYÊ DIVÊ EM YEKDENG BIN
Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman têkildarî kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ji Rojnewsê re axivî.
Bilêse Cebar Ferman bicihkirina PKK’ê ya li nava lîsteyê, weke biryareke li dijî tevahiya gelê Kurd pênas kir.
Rêvebera YNK’ê destnîşan kir, ku kar û xebateke diyarker a PKK’ê di têkoşîna azadiya Kurdistanê de heye û wiha got:
Bilêse Cebar Ferman ji bo PKK’ê ji lîsteyê bêderxistin jî girîngiya yekîtiya xelkê Başûrê Kurdistanê û yekdengiya wan destnîşan kir.