Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanya “derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê”: Li Başûrê Kurdistanê kampanya îmzeyan hat destpêkirin.

 

KAMPANYA “DERXISTINA PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ”
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ KAMPANYA ÎMZEYAN HAT DESTPÊKIRIN

Ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û dawî li neheqiya dehan salan a li dijî gelê Kurd bê anîn, kampanyayeke navneteweyî hatibû destpêkirin.

Zêdetirî hezar kesên di qada navneteweyî de navdar ev kampanya ragihandibûn û her ku diçe mezintir û berfirehtir dibe.

Herî dawî jî li Silêmanî, gelek rewşenbîr, kesayet û siyasetvanan beşdariya li kampanyayê ragihandin.

Bi vê yekê kampanya îmzeyan jî hat destpêkirin.

Siyasetvan Mihemed Emîn Pêncwênî di ragihandina kampanyayê de axivî.

Mihemed Emîn Pêncwênî destnîşan kir, ku PKK li her aliyê Kurdistanê xwedî hêza azadiyê ye:

Siyasetvanê navdar beşdarî û birêvebirina vê kampanyayê weke erkeke neteweyî û welatparêziyê bi nav kir:

Mihemed Emîn Pêncwênî bi bîr xist, ji bo ku dewleta Tirk a dagirker PKK’ê tine bike û qira gelê Kurd bîne, bi her awayî êriş kir û ji ber ku bi ser neket, hêzên navneteweyî bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ketin dewrê:

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya xelkê Başûrê Kurdistanê hat kirin, ku bi awayekî xurt beşdarî kampanya îmzeyan bibe.

Piştî axaftinan, beşdaran hemûyan îmze avêtin bin metna kampanya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê.

Kampanya îmzeyan li Başûrê Kurdistanê, wê hem rû bi rû û hem jî li ser medya dijîtal were birêvebirin.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv