Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Kampanya “derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê”: Rolan Meîster: Ev kampanya bi her awayî girîng û bi wate ye.

 

KAMPANYA “PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
ROLAN MEÎSTER: EV KAMPANYA BI HER AWAYÎ GIRÎNG Û BI WATE YE

Însiyatîfa Navneteweyî ya ‘Edalet ji bo Kurdan’ di meha Kanûna 2021’ê de ji bo PKK ji “lîsteya terorê” were derxistin dest bi kampanyayê kir.

Di qada navneteweyî de gelek kesayetên navdêr piştgiriyê didin kampanyayê.

Parêzerê Alman Roland Meîster, ji Dîe Lînke Lukas Eîtel û Berdevkê Navnetewî yê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot têkildarî kampanyayê beşdarî bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bûn û bersiv dan pirsên rojnamevan Erem Kansoy.

Parêzerê Alman Meîster diyar kir, kes manê nadê bê çima Yekîtiya Ewrûpa û Emerîka Kurdên têkoşer xistine nava lîsteyê û got:

“Li dijî qedexeyên heyî kampanyayên girîng tên bi rêvebirin.

Ger em dixwazin Rojhilata Navîn û Ewrûpa pêş ve biçe divê PKK ji lîsteyê were derxistin.”

Roland Meîster destnîşan kir ku divê di kampanyayê de daxwaza azadiya Abdullah Ocalan jî bê kirin û kampanyayên li Efrîkaya Başûr ji bo Mandela hatine meşandin ji bo wî jî bê meşandin.

KAMPANYA “PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
LÛKAS EÎTEL: BI QEDEXEYÊ BAZIRGANIYA ÇEKAN PÊŞ DIXIN

Berdevkê herêma Ahlen a Partiya çepgir Dîe Lînke Lûkas Eîtel got:

”Elmanya bi dewleta tirk re bazirganiya çekan dike û ji ber vê PKK’ê di lîsteyê de dihêle.

Elmanya ji vê bazirganiyê pereyekî baş qezenç kir.

Eîtel ji bo bi dawîanîna vê bêedaletiyê jî bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina kampanyayê.

KAMPANYA “PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXIN”
CYRÎLL BENÎOT: EM PKK’Ê WEKE TEVGEREK AZADIYA GELÊ KURD DIBÎNIN

Berdevkê Navnetewî yê Partiya Komunîst a Fransayê Cyrîl Benîot jî destnîşan kir ku li dijî qedexeya heyî li seranserî Ewrûpayê piştgiriyek mezin ji bo PKK’ê heye û got:

“Li gelek welatên Ewrûpa partî û sazî hene ku PKK wek rêxistinek terorîst nabînin.

PKK’ê wek tevgerek azadiya gelê Kurd û têkoşer dibînin.”

“PKK divê bi terorîzmê neyê tewambarkirin.”

Cyrîll Benîot da zanîn ku ew wek Partiya Komunîst a Fransayê piştgiriya kampanyayê dikin û ji bo pêşxistina kampayayê di nava xebatê de ne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv