Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Daxuyaniyên Erdogan ên têkildarî rêber Apo : Cemîl Bayik 2015’an di hevpeyvîna BBC de bersiv da bû van polîtîkayan.

 

DAXUYANIYÊN ERDOGAN ÊN TÊKILDARÎ RÊBER APO
CEMÎL BAYIK 2015’AN DI HEVPEYVÎNA BBC DE BERSIV DA BÛ VAN POLÎTÎKAYAN

Ti hevdîtinek bi Rêber Apo re nîne…

Başe, heke ti kes nikaribe bibîne û di nava tecrîdê de tecrîd hebe û zext, gefa herî mezin li dijî Rêber Apo hebe, çawa li ser navê wî axaftin bê kirin?

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dawiya sala 2015’an ev nirxandin ji beşa Tirkî ya BBC’yê re kiribû.

Ji ber ku daxuyaniyên şefê rêjîma faşîst ên têkildarî Rêber Apo û axaftina li ser navê wî di rojevê de ne, ev nirxandina Cemîl Bayik ji nû ve deng veda.

Bi hezaran bikarhênerên Medya Dijîtal, bibîrxistina van tespîtan rastiya li Zîndana Îmraliyê, tecrîda giran a li dijî Rêber Apo bi bîr xistin.

Cemîl Bayik di hevpeyvînê de armanca van daxuyaniyan wiha dinirxîne:

Ev hemû şerê psîkolojîk in.

Em li derve pratîkê dikin, Rêber Apo li Îmraliyê li çarmîxê xistine.

Timî bi kamerayan tê şopandin û timî zext li ser hene.

Li vê cîhanê di nava şert û mercên herî giran de tê ragirtin û dîlgirtî ye di destê wan de.

Dixwazên bi navê Rêber Apo li tevgerê bixin… Em bi vê yekê dizanin.

Wê ti carî nikaribin di vê armanca xwe de biserkevin.

Rêber Apo di doza Kurd de muzakerevanê sereke ye.

Heke muzakereyan qebûl bikin, helbet di vê şert û mercên azad û wekhev de be… Rêber Apo muzakereyan dimeşîne.

Divê her kes bizane, bêyî ku em bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, em ê ti gavê neavêjin.

Û ti kes nikare Rêber Apo û PKK’ê ji hev veqetîne.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv